
Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê bi merasîmekê yekem Baxçeyê Zarokên Cangoriyên Azadiyê bi navê Ronahiya Rojê (Nûr El-Şems) ava kir.
Di çarçoveya destekdayîn û alîkariya bi zarokên têkoşerên di Şoreşa Rojava de şehîd bûne, Desteya Malbatên Şehîdan Hêlînxane û Baxçeyeke zarokan bi navê Ronahiya Rojê li taxa Kobanê ya Efrîna nû bi merasîmekê vekir.
Erka ser milê wan e
Nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Maclîsa Malbatên Şehîdan a Kantonê û Saziyên Civaka Sivîl ên Kantonê, her wiha malbatên şehîdan jî beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê Cîgira Desteya Malbatên Şehîdan a bajarê Efrînê Ronak Hemo axivî û diyar kir ku pêşkêşkirina alîkarî û destekê ji malbatên şehîdan re xwedîderketina li zarokên têkoşeran erka ser mile wan e.
Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Fehîme Silêman jî axivî û vekirina Baxçeyê Zarokan ku wê zarokên şehîdan perwerde bike, li malbatên şehîdan pîroz kir.
25 zarok hatin bicihkirin
Desteya Malbatên Şehîdan, 3 mamoste ji bo hînkirina bi zimanên Kurdî, Ingilîzî û Erebî û her wiha 3 rêveber ji bo rêveberî û çavdêriya baxçeyê destnîşan kirin.
Her wiha 25 zarokên temenê wan di navbera 6 meh – 5 salan de di baxçe de hatin bicihkirin.
ANHA / EFRÎN