Ji bo zarokên bi pêdiviyên taybet li bajarê Rojavayê Kurdistanê Amûdê navendek hat vekirin. Ev navend derfetê dide van zarokan ku biçin dibistanê û weke zarokên din perwerde bibin.
Li vê navendê niha 16 zarok hene û navend li wan miqate dibe da ku karibin bibin endamên çalak ên civakê. Zarokên li navendê beşdarî gelek çalakiyên cihê yên perwerde, huner û civakî dibin ji bo ku di dawiyê de karibin di nava civakê de cihê xwe bi awayekî çalak bigirin. Kesên xwebexş li navendê kar dikin, wan fêrî xwendin û nivîsînê dikin, di warê siheta wan de li wan miqate dibin, lewma gelek ji zarokan mexdûrên nexweşiyên cihê ne.
Kewser Ibrahîma yek ji wan kesan e ku li navendê li zarokan miqate dibe. Ew dibêje, “Gelek pêdiviyên taybet ên van zarokan hene, û em hevkarên xwe yên li navendê teşwîq dikin da ku dema miameleyê bi zarokan re dikin, bi sebr û semax bin.”
Pirraniya zarokên li navendê, li wan nexweşiyên fena otîzm, sendroma down û zehmetiyên peyivînê hatine teşxîskirin.
Li benda desteka rêveberiyê ye
Berdevka navendê, Xewla Ibrahîm hêvî dike ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bêhtir desteka malî bide wan da ku karibin li bêhtir zarokan miqate bin.
Ew dibêje, “Navend hat vekirin ji bo miqatebûna li wan zarokan ku pêdiviyên wan ên taybet hene, lê nikarin wan bibin deverekê. Em hêvî dikin Rêveberiya Xweser bêhtir destekê bide navenda me.”
Li Rojava beriya niha jî ji bo zarokên nabînin, dibistaneke taybet hatibû vekirin. Ev dibistan bi hevkariya gelek rêxistinên civaka sivîl, sibata 2016´an li Kobanê hatibû vekirin.
AMÛDÊ