BOTAN GERMIYAN / ROJNEWS/GERMIYAN

Li bajarokê Kifrî ya Germiyan bi hewldana 6 jinên xwebexş ji bo zarokên kêmendam dibistanekî taybet hate vekirin. Malbatên wan zarokan ji xebatên jinên xwebexş pir razî ne û dibêjin ji bo zarokên wan bûne hêvî.

Îsal li bajarokê Kifrî ya ser bi navçeya Kelar a Germiyan dibistan taybet a bi navê ‘Waneya Koran’ ji aliyê 6 mamostayên jin ên xwebexş ve hate vekirin. Di vê dibistanê de wê zarokê kêmendam werin perwerdekirin.

Ne girêdayî ti kes an hêzan e

Ev dibistana taybet a ku ji aliyê  6 jinên xwebexş ve hatî vekirin ne girêdayî ti rêveberî, rêxistin û hêzan e. Ew jin bi xwe waneyan didin. Heftane 5 rojan, rojane 3 saetan wane tên  dayîn. Di dibistan taybet de waneyên zimanê Kurdî, Ingilîzî, bîrkarî  û zanistî tê dayîn. Her wiha zarokên kêmendam fêrî nivîsandin û xwendinê dikin.

Nêzî 30 xwendekarên wan hene

Li vê dibistanê nêzî 30 xwendekarên kêmendamên yên nexweşiyên weke otîzim, kor, ker û lal lê dixwînin. Her wiha deriyê dibistanê ji her zarokên kêmendam re vekiriye. Bi awayekî zanistî tên perwerde kirin.

Zarokên li vê dibistanê dixwînin, hinek bi îşaretên dest û hinek jî bi ziman xwe îfade dikin. Gelek ji wan dayikên bi zarokên xwe re diçin dibistanê diyar dikin ku ev dibistan hem ji bo wan hem ji bo zarokên wan bûye hêviyek.

Daxwaza alîkariyê

Rêveberiya Dibistanê Sozan Ehmed axivî û got: “Raste ev zarok kêmendam in û ji mirovên asayî ji kêmtirin û mafê wan ê xwendin û fêrbûna zanistê jî heye. Her wiha em daxwaz ji aliyê peywendîdar dikin ku vê dibistanê bikin fermî  û girîngiyê bidinê. Ji ber ku kêm û kurtiyê dibistan û xwendinê heye.”

Em ê alîkariya wan bikin

Li ser daxwaza mamoste Sozan Ehmed ajansa RojNews çû cem Rêvebirê Giştî yê Perwerdeya Germiyan Dara Ehmed û daxwaza wê jê pirsî. Dara Ehmed got: “Daxwazên wan giha ber destê me û em hatin agahdar kirin li ser pêwîstiyên wan. Di aliyê cih de em ê alikariya wan bikin û ji bo pêkanîna daxwazê wan ji em ê alîkariya wan bikin.”