
Zarokekî ku tiştek nedît û bi dist nexist nameya “Min dixwest cîhanê li bin piyê we raxim, lê ez jî wekî we xizan im." şand ji zarokên Wanê re.
Zorokên Amedî yên alîkarî ji zarokên wanê re şandin, bi nameyan jî hest, raman û xeyalên xwe yên mezin nivîsandin. Bi sedan nameyên ku Navenda Zarokan a Parka Sumerê ya Amedê hatin, li konê şahiya zarokan hatin daliqandin. Zarok û welatiyên Wanê yên mexdûrê erdhejê dema van nameyan dixwînin dikevin bin bandorek mezin. Hin zarokan hestên xwe hin zarokan xeyalên xwe û hin zarokan jî hevî û çavdêriyên xwe nivîsandine. Zorek Amedî 1 TL pere ji diya xwe deyn kir û meqerne ji zarokan re şand. Li ser vê yekê jî namemeyek ji zarokên Wanê re şand.
Ji zarokan çend name
Zarokê bi navê Tuncay Canpolat ê 6 salî ku li Amedê di nameya xwe de malek û maşîneyek xêz kiriye. Di nameya xwe de gotiye zarokek mala wî û maşîneya wî tune. Lê bixêzkirine mal û maşîne şandiye û xwestiye ku di rojên bi xêr û bêr de bikar bînin.
‘Em dizanin jiyana di çadiran de zahmet e'
Zaroka bi navê Zeynep Emre jî ji Navenda Zarokan a Parka Sumerê ya Amedê ji zarokên Wanê re name şaniye û wiha nivîsandiye: “Hevalên hezyar. Ez pir ji we hez dikim. Em dê alîkariya we bikin. Em dê ji were malên nû çêkin. Em ji were pirtûkên matematîk, îngîlîzî û lênûskan dişînin. Bila dilê we rehet be. Em dizanin ku jiyana di çadiran de dijwar e.
Xwezî hûn li vir bûna. Amed pir xweş e. Ji ber ku em ji we hez dikin em nameyan ji were dişînin." Zeynep di nameya xwe de li aliyekî xaniyê hilweşiyayî, li aliyê din xaniyê saxlem xêz kir û şand.
Zarokekî din jî nameya ku li ser 2 zarokên dest dane hev û bafirokên bi kulîlk li ezmanan difirîne şand.
Li bin xêzê jî helbesta bi navê "Xwişk û birayê min" nivîsandiye. Zaroka bi navê Yildiz Esin di helbesta xwe de wiha nivîsand:
We rewşên xerab derbas kir.
Hûn giriyan û we êş kişand,
We jiyanek xweş nedît
Em ji bo çareseriyê hewl didin
Ger em bibin çareserî pir baş e
Ez pir ji we hez dikim
Xwişk û birayên minên Wanî
Her tim kêfxweş bin
Xwendekara pola 5'an a Dibistana Seretayî ya Gaziyê Yeşim Akgul jî li ser kaxizek mezin dilekî mezin xêz kir û dîsa nanekî ku 2 zarokên keçik di nava xwe de parve dikin şand. Navê Wan û Amedê li ben xêzê nivîsand û got "Amed û Wan xwarina xwe li hev parve dikin"
Zaroka bi navê Sevgî Yavuz jî di nameya xwe de helbest nivîsand û wiha got:
Xwişk û birayê min
Ax ew çi felaket bû
Aramiya we ji destê we girt û bir
Li şûna wê derd û elem anî.
Dê ev jî derdbas bibe
Ger ku hûn baş bin
Hûn sembola melekê başiyê ne
Di berdewama nameyê de wiha got: "Xwişk û birayê min ê Wanê... Ez pir ji we hez dikim. Ger ku ji destê min bê ez dê cîhanê li ber piyê we raxim. Lê ez jî wekî we xizan im."
Hin zarokan wêne, hin zarokan helbest û hin zarokan jî, lênûsk, pirtûk, jêbir û bi qasî derfetên xwe nivîsandiye.
ADNAN BİLEN-DÎHA/WAN