Gelawêj Ewrîn
Rola ku hêzên sermayedar dane AKP ê ew e ku bi bikaranîna ol, Kurdan di bin kontrolê de bihêlin. Ji bo ji siya wan gavekî wêdetir nevêjin. Di halê hazir de xeta AKP ê û ya darbekarên kompolger xwedî heman meylê ne. Wek ku destek wan di nav destê hev de, di destê din de jî xençerek hebe ku li pişta xwe veşartibin û her kêlî dibe li hevdu bidin. Ji ber her du jî niyeta hevdu baş dizanin, ji bo wê di destê wan de her dem xençera wan amade ye. Rêber Apo beriya niha jî gelek caran bal kişandibû ser rûyê rast ê Faşîzma Tirk a Kesk-AKP ê û di parêzname û gelek hevdîtinên xwe de dûr û dirêj behsa destpêkirina pêvajoya komara duyemîn a bi pêşengiya AKP ê kiribû. Rêber Apo wê demê tespîtek bi vî rengî kiribû ku ez dixwazim parve bikim; "Siyaseta AKP ê û Erdogan xwe dispêre feraseta desthilatdariyê ya Bismark. Ji Sutlan Ebulhemîd bigire heta Îtihatçiyan, mirov dibîne ku gelekî ketine bin bandora Bismark. Bismark ji sala 1862 an heta 1890 an ango bi qasî 28 salan li Almanya li ser desthilatdariyê maye. Wî çi kiriye, îro Erdogan-AKP heman tiştê dike. Bismark nehiştiye ti muxalifet li beramber wî hebin, mafê jiyanê nedaye wan. Kesên wek wî nefikire, feraseta wan çi dibe bila bibe, lê dîsa ew bi xiyanet, cudaxwazî û ajantiyê tewanbar dikir. Wî jî bi rêka bidestxistina rêjeya dengan, parlamento ji bo meylên xwe yên otorîter bikar anî. Tam sîstemek ku xwe dispêre tirs û serîtewandinê avakiriye. Bismark di pêvajoya desthiltdariya xwe de pêvanek wiha ji xwe re daniye ku; ‘Hêz beriya edaletê ye!’ Erdogan ji Abdulhemîd jî derbas kiriye. Ji ber Abdulhemîd di bîranînên xwe de dibêje; Divê em Kurdan li gor xwe bistirên û bikin malê xwe!"
Rewşa heyî nîşan dide ku ger Kurd wek serdema sultan Abdulhemîd bibin parçeyek ji Alayên Hemdiyê, ango xizmetê ji Tirkperestiyê re bikin, wê demê hene, derveyî wê şansê jiyanê ji wan re nayê hiştin. Rejîmek bi vî rengî her cure kuştinan ji Kurdan re rewa dibîne. Di 16 salên desthilatdariya xwe de AKP bi rêka Dayreya Şerê Taybet, kevneşopiya Bismark û Abdulhemîd didomîne. Çawa me li jor jî bal kişande ser gotinên Rêber Apo, faşîzm her dem dixwazin parlamento ji bo xwe wek amûrekê bikar bînin. Ji bo wê jî ne rewabûna parlamentoya niha heye, ne jî qaşo edaleta ku behsa wê dikin. Ji niha ve sinyala bûyerên tarî em digrin. Bi rojan e di rojeva me de wendabûna bi guman a zarokên Kurd heye. Her wiha balkêşe di van demên dawî de gelek kes li Kurdistanê ji ber panzer yan jî maşîneyên leşkerî pêlî wan dike, jiyana xwe ji dest didin yan jî birîndar dibin. Ev bûyerên wisa ji rêzê û ne tesaduf in. Li Efrînê ewqas jin û ciwanên Kurd tên revandin. Li Başûrê Kurdistanê her carê sivîl ji ber êrîşên hewayî yên bi zanebûn têne qetilkirin. Bûyerên bi vî rengî îspata vê yekê ne ku DAIŞ berhema faşîzma Kesk û îtifaqa bi hêzên hegemonîk re ye. Ji ber hemû kiryarên wan wek hev in û diyare ji navendekê tê birêvebirin. Çawa gelek senaryoyên rêzefîlmên Tirkî yên ku Kurdan teşhîr dikin ji navenda şerê taybet ta ji Amerîka û Îngîltere (Navendên Gladyo) tê nivîsandin, bûyerên bi vî rengî jî ji heman navendê tên koordînekirin.
Di vê demê de ya herî girîng ji bo Kurdan parastina cewherî ye. Êrîşek gelekî bi plankirî li dijî tevahiya Kurdan tê meşandin. Bê guman asta têkoşîna gelê Kurd, gelek pîlanên qirêj vala derxistiye. Lê belê ger îro li Kurdistanê her roj zarokek wenda dibe, ev rewşek asayî nîne. Kiryarên van bûyeran diyar in, pêwîst nake kes hawara xwe bibe qereqol û saziyên dewletê ku jixwe navenda plankirina van bûyeran ew dever in. Revandina zarokên Kurd rewşek asayî nîne û bi zanebûn tê kirin. Dayreya şerê taybet bi hişmendiya faşîzma Kesk di dewrê de ye. Li şûna em li pey kiryarên van bûyeran bigerin ku ew jî diyar in, em divê sîstema xwe ya parastinê ji her alî ve xurt bikin. Ciwan, zarok û jin bi taybet divê bizanin rola herî esasî dikeve ser milê wan. Ev tenê parçeyek ji siyaseta qirêj a qirkirina Kurdan e. Siyasetên nerm ên wek ku mafê Kurdan a ziman û çûyîna parlamentoyê jî di dewrê de ne. Ev hemû ji derewek mezin wêdetir ne tiştek in. Wek Rêber Apo jî gotibû, faşîzmek wek ya Bîsmark yan jî ya Hîtler li parlamentoyê heye. Ji bo zarokên wenda kes bila li cem zaliman li edaletê negerin. Ji ber edalet êdî li vî welatî bi taybet ji bo Kurdan di rêza herî dawî de tê. Yên zarokên Kurd wendakirine, ji bo rûyê xwe yê rast veşêrin, ji bo raya giştî bixapînin, di çapemeniya xwe ya şerê taybet de qaşo rondikan ji bo zarokên wendabûyî dibarînin. Ev gelekî xetere, ew bixwe kiryarên van bûyeran in û ne kesek din. Ew qatilên Kurdan in, bi rijandina xwîna her kurdekê çi zarok çi mezin, desthilatdariya xwe didomînin.