BASIL REŞÎD/XANDÎ ELO ANHA/ŞEHBA Ebdo Mihemed ê Efrînî, pîşeya çêkirin û firotina zembîlan ji bav û kalikên xwe girtiye û pê debara xwe dike. Zembîl ji qamîşan tên çêkirin û ji bo parastin nan û xwarinê dihatin bikaranîn. Bi pêşketinên alavên bi lektrîkê yên weke sarinc û freze, gelek kesan dest ji zembîlan berda. Li hin malan jî wekî xemlekê hene. Welatiyê bi navê Ebdo Mihemed ê ji Efrînê, niha li Kampa Şoreş dimîne. Ji ber tinebûna elektrîkê û amûrên bi elektrîkê, şênî neçar man ku careke din li zembîlan vegerin. Ebdo tevî birayê xwe Silêman, zembîlan çêdike û difiroşe şêniyên Kampa Şoreşê. Silêman sibehan diçe nav zeviyan û qamîşan kom dike. Ebdo qamîşan paqij dike û hemû cure zembîlan çêdike. Mihemed rojane 5 zembîlên mezin û 10 qufikên biçûk çêdike. Mihemed nirxa zembîlan diyar nake, her kesek li gorî derfeta xwe dikire. Bi vî awayî ew debara malbata xwe ya rojane dike.