Xelata Nobelê ya îsal a edebiyatê dan Bob Dylan. Dylan di warê muzîkê de li Emerîkayê xebatên girîng kirine û wek kedkarekî nûjenkirina edebiyatê tê qebûlkirin. Xelata bob Dylan di çapameniya Tirk de jî cihekî fireh girt. Gelekan nivîsandin ku Dylan ji Kaxizmanê ye û heta hindik mabû ku wî bi Tirkên Mongol û Asyayî ve girêbidin, lê mixabin nedibû, lewre Bob Dylan esilcihû ye û nabe ku Cihûyek bibe Tirk an jî Tirkek bibe Cihû! Herwisa Bob Dylan piştî eşkerekirina biryara komîteya xelata Nobelê ket nav bêdengiyeke bişik, bêpêjin û bê agahî ma. Di vê navê de gelek îhtimal xurîcîn nêv mêjiyê me; gelo dê Dylan xelat red bikira, belkî ji ber hind sedeman ku cîhana îro di nav vê sosretî, sawdarî û hetîketiyê de ye, ew jî wek kesekî bi hîstyar xelata navdar red dike û li ser şopa kesayetên wek Jean Paul Sartre biçe!?. Lê dereng be jî Dylan bi peyamekê ve agahiyek belav kir û îşareta girtina xelatê da. 

Elmanya cîhaneke din e

Elmanya gelek caran mîna planeteke din a di nav gerdûnê de ye. Li cîhanê bûyerên dijwar diqewimin, Elmanya li dû rojeveke din e. Li Rojhelata Navîn şer e, dê weledê xwe davêje, bila! Elmanya li dû siyaseteke cihêreng e. Di rojeva Elmanya ya vê hefteyê de bêtir kesê bi navê Jaber Elbakir ê ku bi îdiaya endamtiya DAÎŞ´ê hat girtin û herwisa hat îdiakirin ku xwe di bin nezareta polîsan de kuştiye, hebû. Ev bûyer li aliyekî hêsahiyekê çêkir, lewre ew kes dikaribû gelek komkujiyan bike an jî mirovên bêguneh bikuje û seqet bihêle. Rêxistinên wek DAÎŞ´ê yên li ser navê îslamê terorê dikin û kesayetên wek Erdogan ku bi navê olê, faşîzma dewletî bi rê ve dibin, bûyîn sedem ku di her mercê de bi guman li kesên oldar an jî bi wan re têkildar bê mêzandin. Ev xort kî bû? Bi rastî jî di nav hewldaneke wisa de bû yan na? Baş nayê zanîn, lê ya tê zanîn serpêhatiya wî ne li gorî qaîdeyên eşkere û qanûnî yên Elmanyayê bû. Ew hatibû girtin, bêbandor bû, divabû jiyana wî di bin ewlehiya dewleta Elman de bûya. Li aliyê din bûyerên hevreng yên di dîroka nêzîk a Elmanya de dihêne bîra mirovan. Wek tê zanîn endamên rêxistina RAF´ê ango yên bi navê Baader-Meînhof tên nasîn jî di girtîgehan de hatin kuştin. Balkêş e ku ji bo tevan jî hat gotin ku xwe kuştine! Lê ev hê jî wek rûpelên bi guman yên di dîroka Elmanya de veşartî ne. Li aliyê din di roveja Elmanya de ne Mûsil an jî Rojhelata Navîn lê kombûna li gel serokên Rûsya, Fransa û Ûkrayna hebû. Elmanya dîsa jî wek xwe kir, ew di nêv planete xwe ya taybet de li gel ku destê wê heta Rojhelat, Asya û deverên din jî dirêj e, rojeva xwe ya resen diafirîne.

Mûsil ne tenê Mûsil e

Di bin rûreşî û bêşermiya dîktator Erdogan de ku bi gotina „Madam û Adam” ê ve carekî din xwe kir qeşmerê nav dest û lingên dinê oparesyona Mûsilê dest pê kir. Dîktator çi gotibû: “Mirin heye wek adam, mirin heye wek madaman!” Ev gotin nizmkirina jinê ye, mêjiyê ku hîna di serdema Navîndemê de dijî, tîne bîra mirovan. Wek tê zanîn „adam” peyveke kevnar e û heta efsaneya Adem û Hewayê diçe. Di Tirkî de li dewsa mêr jî tê bikaranîn. Di roja îroyîn de li gelek deverên cîhanê êdî maneya vê têgînê nemaye. Hela li şer û şoreşên mîna Kurdistanê ku gelek caran jinek hêja ye hezar mêrî û hezar mêr nehêjane pîvazekî bilêvkirina vê hevokê bi tenê faşîzma di hundirê mirovî de dupat dike. Erdogan piştî hinde qebadayîtiyan ku li derveyî operasyonê hate hiştin, bû babeta henekpêkirinê ya gelek nivîskaran. Gelek nivîskaran nivîsandin ku niha madamên dinê bi çek, leşker û siyaseta xwe ve di nav şerê li Mûsilê de ne, lê Erdogan bi tenê ji dûr ve lê temaşe dike! Vaye adamtî an jî mêritiya wî jî heta vê derê ye. Di Kurdî de biwêjek heye: “De here lo! De here ji xwe re bimre!…”

DAÎŞ û mehfûrên sor

Operasyona Mûsilê bi awayekî piralî di rojeva Kurdan û ya cîhanê de ye. Helbet têkbirina rêxistina terorê ya bûye belayê serê mirovahiyê xaleke erênî ye. Lê baş tê zanîn ku her gavên dihên avêtin ne ji bo berjewendiyên mirovan e. Yek ji wan jî têkilbûna hêzên pêşmerge ye ku ev jî cihê niqaşê ye. Başûrê Kurdistanê çawa beşdar dibe? Gelo bi tenê pêşmergeyên KDP´ê ne, eger ne wisa be, çima di çapameniya wan de bi tenê dirûşm û sembolên KDP ê tên nîşandan? Li aliyê din baş tê zanîn ku ji YNK û aliyên din jî gelek şehîd hene. Ev mijar bi tenê jî dike ku bi guman li şerê Mûsilê bête nêrîn. Gelo di encama vî şerî de KDP bikare lekeya revê ya ji Şingalê ji ser eniya xwe rake? Wisa diyar e ku bêtir ji serkeftin an jî rewşa piştî operasyona Mûsilê armanca sereke ev e; xwe paqijkirin û ji nû ve wek qehreman derketina pêşberê civakê, lê ev jî mixabin hîç ne pêkan e…Babeteke din a ku zêde li ser nayê rawestîn jî ew girseya ku DAÎŞ bi xalîçe û mehfûrên sor li Mûsilê pêşwazî kiribûn e. Lewre baş tê zanîn ku Mûsil di tevahiya dîroka xwe de wek bajarekî îslamî yê tund hatiye nasîn û wan DAÎŞ ji bo rêveberiya bajêr vexwendin. Ev jî dike ku pirsgirêk bêtir tevlihev bibe. Wekî din xala herî zelal ev e ku ti lihevkirineke fermî di navbera Kurdan, hêzên hevpeyman û rêveberiya Iraqê de nîne. Di encamê de dê çi bi destê Kurdan bikeve ne zelal e…