
MAS’ê soz da ku wê axa gel şûnde bidinê, bi ruşvetê re têbikoşin û reforma perwerde û tenrustiyê danê. Di hilbijartinên 2009’an de dengê xwe derxist ji sedî 64. Heman salê bi navê ‘Makeqanûna dewleta Bolîvyayê ya Pirnetew’ ava kirin û ji 411 xalî pêk hat. Ev makeqnaûn bi dengên gel hat qebûlkirin. Ev guherîn dihat vê wateyê ku 36 netewên li welat dijiyan dê xwe bi xwe, birêve bibin.
Ya herî girîng dirûşmeya nû ‘Yekitî Qudrete’ û bi vê jî hemû çavkaniya gaz û petrolê diket destê gel. Berê ji sedî 18 hatina ji çavkaniyan a Bolîvyayê bû û bi Morales re ev rêje derket ji sedî 51’ê û ji edî 49 dan şîrketên rojava.
Qedera me yeke
Ji partiya morales Mary Medîna ku ji bo Newroza Amedê hatibû vexwendîkirin û hat Amedê wiha dibêje: “Welatê me bi salan di bin mêtîngeriyê de bû. Welatême ji Kurdistanê gelek dûre. Ji ber vê em de barê Kurdan de xwedî agahiyên kêmin. Lê xuyaye ku em heman qederê parve dikin.” Medîna rozeta xwe ya kesk-sor-zer nîşanda û diyar kir ku ne tenê qeder rengên me jî hemane.
Medîna ku heman demê hîndekare, pirtûka xwe ya makeqanûnê nîşan dide. Heyeta Bolîvyayê piştî pîrozbahiyên Newrozê çûn serdana hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tuglukê û hem rozet û hem jî pirtûka xwe diyariyê wan kr. Rosemary Karo jî sendîkvaneke kevne û ji bo Eva Morale li şûna bêje serokwezî dibêje ‘heval Evo’. Karlo diyar dike ku Morales jî sendîkavane û got beriya bên desthilatdariyê xwe pir baş rêxistin kirine. Senator Karlo diyar kir ku, hêzên rojava her cureyê pitşgiriyê dane muxalîfên li dijî wan û got: “Heval Evo ji bo cîhanên mînakek girînge. Ji ber vê emperyalîst dixwazin wê tune bikin. mînak herî daw3i me sefîrê mezin ji DYA’yê derxist.
Senator Sonîa Guardîa ku mamosteye tîne ziman ku pirsgirêka wan ya herî mezin nebûna fabrîka û rafînereke çêkirina petrolê ye. Guardîa destnîşan dike ku asta refaha gel bilind bûye lê hêj xizanî didome û got: “Bi me re gel gihişt azadiya xwe. Me ji bilî alekî û tîşortekî soza tu tiştekî neda wan. Lê me ew azad kirin.
Jinên Kurd têkoşerin
Berdevka heyetê Mary Medîna got 36 netewên welat li meclisê tên temsîlkirin û bi îspayolî re 37 ziman zimanên fermîne û got: “Lê hêj riya me dirêje. Hedefa me eve ku em di 12 salan de bigihênê. Wê demê emê hemûyî bi dawî bikin. Em dizanin Kurd têkoşînê didin. Hun rastî her cureyê zilmê hatine. Lê ji têkoşînê paşve gav neavêtine. Me hêza we dît. Hêviya me ev eku bi banga Ocalan tiştên baş li welatê we pêk were. Newroz tiştekî balkêş bû. Ez vekirî bêjim, ez ne li bende tiştekî wisa bû. Me evqas kes di kampanyaya hilbijartina xwe de dîtibû. Lê tiştekî we balkêştir bû. Yê we bi malbatên xwe re hatibû. Em matmayî man. ji ber ku li cem me hemû kesên ji malbat bi siyasetê re eleqeder nabin.Emê vê dîmen û têkoşîna Kurdan li her derê welatê xwe vebêjin.”
ANF/AMED