Komîsyona Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di bin navê ‘Di netewebûyîn û dahatûya gelan de rola medyayê’ konferansek lidar xist. Di konferansa ku li bajarê Koln a Almanyayê hat lidarxistin de, bi dehan nûnerên çapemeniya Kurd ên ji her beşên Kurdistanê peyama yekgirtinê dan.
Konferansa ku bi piştgiriya saziyên weke Enstutiya Kurd a Burkselê, Enstituya Kurd a Kolnê, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan û Konfederasyona Komeleyên Êzdiyan li Ewrûpayê hat lidarxistin de, axaftina vekirinê li ser navê komîta ragihandinê ya KNK'ê Mirhem Yigît kir. Yigît destnîşan kir, ku pêwistî bi konferanseke wiha hebû û diviya bû hê zûtir bihata lidarxistin. Yigît li ser netewbûn û yekgirtina Kurdan sekinî û got "pêwiste em bi rihê netewî tevbigerin û hêza xwe derxin pêş. Bi vî awayî jî emê bi pêş bikevin."

Parlementer Kûrt nûneriya rojnamevanên girtî kir
Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Adil Kûrt li ser navê rojnamevanên girtî yên li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê beşdarî konferansê bû û bal kişand ser zextên li çapemeniya Kurd li Bakûrê Kurdistanê tê kirin. Kûrt axaftina xwe weha dewam kir: "Ez yek damezrînerên Azadiya Welat im û ji nava wê komê ez tenê li derve me. Kom bi kom hevalên me têne girtin û zêdetirî 60 rojnamevanên Kurd girtî ne. Û îro eger çend rojnamevan li hev kom bibin jî ev karekî pîroz e."
Kûrt rojnamegeriya Kurd weke perwerda zimanê Kurdî destnîşan kir û bal kişand ser pirsgirêkên ziman û qaliba ziman. Kûrt wiha pê de çû: "Eger em di zimanê dayikê de, yê civakî de û hwd em netêgiştî bin hingî problemên me yê qalibî derdikevine holê. Me qalibê ragihandinê bi zimanê biyanî girtiye, rast e. Êm êdî gihiştine asteke wiha ku, pêwiste qalibê me yî ragihandinê hebe. Divê em qalibê ragihandina Kurd biafirînin."
Kûrt êrîş û girtinên li ser capemeniya Kurd a li bakur û li ser Roj TV nirxand û got, pêwiste li hember êrîşan li her çar perçeyan bibin yek û ev sîwaneya hemû Kurdan be. Kûrt her wiha bal kişand ser girîngiya rola Herêma Kurdistanê ya di vî warî de jî û diyar kir ku di vî warî de rolek girîng dikeve ser milê Herêma Kurdistanê, ji ber ku derfetên baş û bi kêr di destê wan de hene.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho, Rêveberiya Enstîtuya Kurd li Almanyayê û Federasyona Komelên Ezdiyan Cercûr Cemîl jî peyamên xwe xwendin û banga yekgirtin û esasgirtina aliyê netewî kirin. Her wiha pisporê medyayê Khalil Khundhur Mashko al Haraqi ji ber pirsgirêka vizeyê nikarî bû beşdar bibe û peyama wî ya li ser têsîra medya li ser siyasetê hat xwendin.

Nîqaşên berfireh pêk hatin

Konferansa ku ji 4 beşan pêk hat û pêşkêşvaniya panelan Memo Şahin, Kakşar Oramar, Husên Xazî û Zeki Ozmen kirin, bi rûniştina yekemîn destpê kir.
Di rûniştina yekemîn de Amed Dîcle li ser rola televizyonan di kultura neteweyî û avakirina civaka netewî de sekinî û êrîşa li ser Roj TV nirxandin. Dîcle destnîşan kir ku Kurdistan bi cografyaya xwe bûye çar perça, lê Roj TV ev herçar perca kiriye yek. Li Kurdistanê êdî tu tiştek di tarîtiyê de namîne. Ji ber wê jî mirov dikare realiteya çapemeniya Kurd û Kurdistanê bibîne û mînaka wê jî Roboskiyê. Ji saetên destpêkê ve ji bo Komkujiya Roboskiyê me dest bi weşana zindî kir lê hin çapemeniya Kurd cih nedan nûçeyên der barê Komkujiyê de. Dîcle axaftina xwe wiha dom kir: "Eger em jiyaneke Kurdistanî bigirine dest, em ê gelek tistan bidest bixin. Rojnamegerekî Kurd û Kurdistanî eger li hember êrîşan yek bin pirsgirêk tune lê eger rojnamevanî li gorî sazî, tv û ajansan be, hingî pirsgirêk heye. Pêwiste refreksa me li hember êrîşan neteweyî be."
Piştî Dîcle, nivîskar-rojnamevan Faysal Dagli axivî û bal kişand ser medyaya civakî di ragihandin û modernîzmê de.
Dagli bal kişand, ku divê çapemeniya Kurd berjewendiyên neteweyî esas bigire, berovajî vê wê ji medyaya cîhanî tim paş bimîne. Dagli destnîşan kir, ku medyaya civakî dikare pêleke şoreşgeriyê jî bike û mînakên Twitter û facebookê dan. Her wiha Dagli neafirandina rojeva netewî weke pirsgirêka herî mezin bi nav kir û wiha dom kir:"Em li ser mijarên xwe hûr nabin. Li ser mijarên çapemeniyên dagirker em mijarên xwe diafirînin. Ji bo vê jî, çapemeniya Kurd li hember komkijiya Roboskiyê nebû bersiv. Divê medyaya Kurd bigihe wê astê ku rojeva xwe bixwe biafirîne. Ne li gorî nivîskar û medyayên din here. Eger em hûr rojeva xwe biafirînin em dikarin bikine rojeva medyaya cîhanê de jî."

Mijara Medya û Jin hate guftûgokirin
Di beşa duyem de, Rojnamevan Mizgîn Bîngol, mijara “Medya û Jin” nirxand û bal kişand ser rola jinê ya di çapemeniyê de û destnîşan kir ku ne tenê li Rojhilata Navîn, di çapemeniya cîhanê de jî zêde cihê jinê tune ye. Rojnamevan Gunay Aslan jî di cîhana global de rewşa medyayê nirxand û destnîşan kir ku pêdivî bi ilm û teknolojiyê heye. Aslan wiha bi axaftina xwe de çû: "Li hember bûyeran em reaksoneke tundî diyar nakin. Bakur, başur rolekî mezin nalîzin. Medya me ne tenê di kuştina jinan de bi gelemperî reyaksoneke tuj nîsan nade. Rekabetek heye. Lê ji bo ku em civaka xwe pêş bixin, pêwiste em rekabetê bi hev re nekin. Pêwiste em tiştekî maddi bidine gelê xwe. Aborî û ahlakî divê hêzeke me hebe. Komelên me, saziyên me xetimîne. Rêxistinê beriya globalizmê dema wan çû neha bi rihê vê demê, divê em sentezekê çê bikin."
Piştî navbera firavînê konferans bi beşa sêyem destpê kir.
Di beşa sêyem de Rojnamevan Dilêr Akreyî li ser Rola medya di folklor, huner û jiyana rojane de sekinî û pirsên weke „dîrok û wateya Folklorê, rawayayê xwe ji ci digre, hêza xwe ji ci digre, çima folklor werê parastin“ nirxand. Akrayî got ku Folklor, zanista mirov nasiyê ye û pêwist mirov lê xwedî derkeve. Medyaya Kurd jî pêwiste vê esas bigre.
Rojnamevan Qamer Soylemez jî li ser zaravayê dimilkî di medya de sekinî û destnîşankir ku sersarî li hember zaravayê dimilkî heye. Soylemez wiha dom kir: Pirsgirêkên zaravayê dimilkî pir in. Her çiqasî hewldanên li bakur hebin jî lê başûrê Kurdistan di vî warî de gelekî sersar e. Zaravayê dimilkî beşek ji zimanê Kurdî nabîne. Der barê dimilkî de ti xebatên wan tunin. Pêwiste ev cûdahiya navbera herêman de ji holê rabe.. Ji bo ku dimilkî pêş bikeve pêwiste xebatên xurt bêne kirin, ji ber ku ev zarava gelekî qels e.
Rojnamevan Medenî Ferho jî destnîşan kir ku hêza medya û ragihandinê însan e û cudatî û sosyolojiya nûçeyên, ajans, rojname, radyo û tv yê nirxand. Ferho helwesta rojnamevan ji amûrên qewimî giringtir dît û wiha dom kir: Eger rojnamevanek pirsgirêk, kevneşopiyên gelê xwe nizanibe ew nikare di medya de cî bigre. Û tiştê ku em dixwazin jî ew in ku, em hêza xwe li ser mirovan û li ser hestên neteweyî biafirênin.
Di vê navberê de jî parlementerê Kurd ê bajarê joruslavê ê Rusyayê Mîşa Xaltiyan jî di konferansê de axivî û bangawaziya rihê neteweyî kir.

Pêşniyarên çareseriya pirsgirêkan

Di beşa dawî de Rojnamevan Heso Hurmî, li medya Kurd ya yekgirtî, li 4 parçeyan, rewşa îro û li ser aloziyan sekini. Hurmî wiha dom kir: "Medya Kurdî bi giştî li hember pirsgirêkan rûbirû dimîne.. Her parçeyê Kurdistanê li gorî xwe pirsgirêkên xwe hene. Qedexe pir in û ev karê ragihandinê qels dike. Pêwiste medya Kurd li hember hemû zextan li ser zimanê Kurdî bisekine. Ji bo ku em zimanekî hevbeş û neteweyî bi kar bînin, divê em di bin têsîra saziyan de nemînin. Divê stratejiyeke nû bê afirandin. "
Rojnaevan Huseyin Elmali, di lîteretura hevbeş a Medya Kurd de, navgînên hevbeş yên Ewrûpa destnîşan kirin û got pêwiste em global bifikirin lê lokal bixebin. Elmali got, ji bilî siyasetê gel pêdiviya xwe bi cih heye pêwiste em karibin bibin bersiv.
Rojnamevan Mehmûd Onder jî mijara Medya û Ziman nirxand. Onder li ser prinsîbê ragihandina nivîskî, devkî û dîtineyî sekinî. Onder jî her weha peyama yekîtiyê da û got, Nûçegihaniya hevpar hêvî û daxwaza me hemûyan e. Li hember êrîşên ku li ser me têne meşandin, pêwiste hemû parcên çapemeniya Kurd bibine yekgir û yekitiya xwe çêbikin.
Wek panelistvanê dawî li ser navê Rojnameya me Yenî Ozgur Polîtîkayê rojnamevan Azîz Ogur jî li ser rola rojnamegeriya nivîskî di hunandina neteweya gelan de rawestiye. Ogur ku têgînên civakbûn, netewebûn û di netewebûnê de li ser rola medyaya nivîskî rawestiya dîroka çapemeniya nivîskî rawe kir. Her wiha di netewebûn û parastina nirxên netewî yên Kurdan de jî li ser girîngiya çapemeniya Kurd a heta niha têkoşîna xwe dimeşîne sekinî. Ogur di dawiya nixandina xwe de bang li beşdarên konferansê kir ku her yek ji wan bibe xabatkarê avakirina yekîtiya netewî û lidarxistina konferansa neteweyî û di rewşeke ku peyameke xurt a ser pêwistiya yekîtiyê werê dayîn wê demê dê konferans bigihêje armanca xwe. Her wiha Ogur ji nûnerên çapemeniyê û rojnamevanên beşdar bûn daxwaza bi hestiyarî tevger û têkoşîna paşverûtiya û bi taybetî jî têkoşîna li dij kuştinên keçên ciwan ên qaşo bi navê namûsê jî kir.

Encamnameya konferansê


Di 5 rûniştinên Konferansa Medya Kurd a KNK’ê de, pirsgirêkên Medya Kurd û yên gelê Kurd li welat û derveyî welat bi dorfirehî hatin nirxandin û li ser mijarê gelek biryarên girîng hatin stendin.
Di encamnameya Konferansê de, di kesayetiya Mûsa Enter û Gurbetellî Ersoz de, bal hat kişandin ser ked û berdêlên çapemeniya Kurd a di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de û girtina rojnamevanên Kurd bi tundî rexne kir.
Konferansê, girtina ROJ TV a bi rêbazên der-huqûqî destnîşan kir û bang li hemû gel û çapemeniya Kurd kir, ku bi biryardarî xwedî li ROJ TV derkevin.
Di Konferansa Medya Kurd de, ji bo parastina çand û nirxên pîroz ên netewa Kurd, hat xwestin ku pîvanên Medya Kurd li her qada jiyanê bê afirandin. Her weha biryar hat girtin, ku ji bo zimanê Kurdî li qada navnetewî bê erêkirin, hewldan bên kirin.
Konferansa Medya Kurd, di nava xwe de, di qada neteweyî de, di qada siyasî kulturî û dinamîkên civakî de, sazkirina yekîtî û karûxebatên kolektîfî teşwrîk dike û diparêze. Li dijî kesên  di nava gelê Kurd de, nakokiyan derdixe pêş û parçebûna gelê Kurd dike û enerjiya potansiyal ya gelê Kurd parçe dike, bi tundî têkoşînê dike.
Ji bo perwerdehiya zarokên Kurd û nirxên civakî û kulturî yên herî giranbiha, jina Kurd û mafên jina Kurd têkoşînê dike. Dibîstanên şevinî û tevahiya dibistanên Fetullah Gulen, wek amûrên asimilasyonê nirxand û pêdiviya têkoşîna li dijî van dibistanan erê dike.
Konferansa Medya Kurd, pirsgirêkên teknîk û amûrên medya anîn ziman û bang li rêxistin, kesayetî û saziyên Kurd kir û bi awayekî baldarî û li gorî demê mesrefê bikin. Di heman çaçrovê de, ji bo di sektora medya de, mirovên pispor derkevin holên derfetan biafirînin.
Konfersansê da zanîn ku, li Rojhilata Navîn dizaynkirineke nû tê kirin û pêwiste Medya Kurd ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd ên talankirî rol û misoyan xwe bilîze.
Konferansê, diyar kir ku pêdiviya Medya Kurd bi saiziyek hempîşeyî ya nû heye. Ev sazî dikare wek Konseya Medya be, yan jî bi navekî din be.
Konferansa Medya Kurd, bang li tevahiya partî, sazî û dezgehên civakî yên gelê Kurd kir û di çarçoveya berjewenidyên neteweyî de werin cem hev û bersivê bidin pêwistiyên pêvajoyê.
Konferansê destnîşan kir ku di demên dawî de diyaloga navbera hêzên Kurd pêşketiye, pêwiste ev diyalog were destek kirin. Di heman çaçrovê de, helwesta Birêz Mesud Barzanî ya çareseriya siyasî û demokratîk, pêkanîna xala 140 ya Destura Bingehîn li Iraqê, destek kirina kampanya li dijî baregehên eskerî û sixurî yên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê, Kampanya azadiya Birêz Abdullah Ocalan li Bakurê Kurdistanê û lid erveyî welat werin destek kirin.
Konferansa Medya Kurd, komkujiyên li dijî gelê Kurd, operasyonên siyasî, qirkirina kulturî bi tundî hatin şermezar kirin û hate xwestin ku medya Kurd, di her şert û mercan de, dirrindeyî û hovitiya dijminên dagirker li qada netewyeî û qada navneteweyî de deşîfre bike.



EVÎN AKSOY/KOLN