Civaka Demokratîk a Kurdên Ewropayê (CDK) derbarê komploya navnetewî ya 15ê sibatê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî dest nîşan dike ku komploya navnetewî ya li dijî gelê Kurd ku êrişa herî giran a dîrokî bû û ev êriş bi awayekî berfireh dewam dike.

CDK’ê diyar kir, 15ê sibatê ji bo gelê Kurd roja reşe  û wiha berdewam dike: “'Rêber Apo diyarkir, ku komploya navnetewî baş were fêmkirin,wê demê li hemberî komployê tekoşînek bi bandor mumkun dibe. Di vî warî de tevgera me ji serî de hewl da komployê derxe zanabûnê û diyarkir, ku komplo tevgerek ya qirkirinê ye û tekoşîna li dijî vê jî, tê wateya tekoşîna li hemberî qirkirinê. Di vî warî de bi têgehiştin û zanabûna bi tekoşîna li dijî komployê azadiya Rêber Apo dikare pêk were, komploya navnetewî pûç bûye.

‘Em Rêber Apo bigihînin azadiyê’

CDK’ê di daxuyaniya xwe de ev bang li Kurdistaniyên li seranserê Ewropayê dijîn û dostên Kurdan kir kir: 'Roj roja avakirina Kurdistana xweser û demokratîk e. Roj roja layîqbûna rêbertiyê ye. Di vê demê de ku em derbasî sala 15. ya komployê dibin, divê em bi hemû hêza xwe çalakiya herî mezin a protestoyî li dar bixin. Em rêber Apo bigihînin azadiya wî, şoreşa rojava veguhezin bakûr û rojhilatê Kurdistanê.
CDK’ê di daxuyaniyê de ji bo bibin dengê Sê jinên Kurd yên Şoreşger Ku li Parîsê hatin qetilkirin, Sakîne, Leyla û Fîdan banga tevlîbûna mîtînga 16ê sibatê ya li Strazburgê kir. CDK’ê ji bo meş û mitînga mezin a ku dê li Strasbourgê bê lidarxistin “Em li dijî komployê bibin dengek, vînek û dilek” kir. 

FRANKFURT




KNK: Komplo li dijî 4 perçeyan e

Serokatiya Konseya Rêveber a  KNK'ê der barê 15'ê Sibatê de daxuyaniyek nivîskî da çapemeniyê û wiha got: "Komploya Natneteweyî ya 15ê Sibatê, kiryarek korsanî ye û li dijî nirx û pîroziyên mirovahiyê teva ye. Nirx û pîrozî di encama keda nifşan, têkiliya civakan û keda bi milyonan mirov têne bidestxistin. Lîderên gelan, pêşeng û lehengên gelan jî di heman çarçovê de, di encama tevgerên civakî û guhertinên heyamên dijwar de derdikevine holê û wek nirxên mirovahiyê têne qebûl kirin. Birêz Abdullah Ocalan jî, ji bo demokrasiya gelan, ji bo biratî û wekheviya gelan, nirxekî dîrokî ye û hişmendiya wî ya hemdemî jî nîşaniya vê ye. Lê hêzên serdest, dijminatiya xwe ya li dijî gelan, li dijî nirx û pîroziyên mirovahiyê, di şexsê Ocalan de destnîşan kirin. Bi vê mebestê em komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê, bi dijwarî şermezar dikin û bang li sazî û dezgehên demokratîk teva dikin ku li hemberî komplokeran dengê xwe bilind bikin. 15'ê Sibatê Komploya Navneteweyî, ku bi awayekî korsanî li dijî Rêberê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, di çarçoveya bazirganiya selefkarî û hesabên kole-kirina gelan de hate lidarxistin. Em weke KNKê komploya korsanî û êrîşa li dijî nirx û pîroziyên gelê kurd bi dijwarî şermezar dikin. Gelê kurd 15'ê Sibatê, weke "roja reş" îlan kiriye. Ev tê wateya ku gelê kurd, li dora Birêz Ocalan çemberek ji agir çêkiriye û di her rengî de û bi her awayî dijberiya xwe nîşan dide. Piştî 1 4 salan jî, îsal, wek roja destpêkê bi awayekî girseyî û li her qada jiyanê, li welat û derveyî welat, dijberiya nîşan dide. Mixabin komplo berdewam dike û "siyaseta entegrasyona" ku wek çareseriyê derdixine pêş jî, bi armanca xapandina gelê kurd û têkbirina destketiyên gelê kurd e."
KNK'e di berdewama daxuyaniyê de wiha anî ziman: "Lazime gelê kurd û rêxistinên siyasî û civaki yên kurdan bi hişyarî û dilsoziya yekîtiya neteweyî tevbigerin û li dijî Komploya Navneteweyî dijberiya xwê nîşan bidin. Komplo, li dijî her 4 parçeyên Kurdistanê ye. Êdî hatiye fam kirin ku, bêyî çarseriya pirsgirêka kurd, aştiya herêmê jî ne mumkun e. Heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad nebe û gelê kurd nebê xwedî statuyeke siyasî, çareserî jî çênabe. Pêwiste her kurd, her partiya siyasî ya kurd, vê pêvajoyê bi vî rengî û baş bixwîne, wateya Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê baş fam bike û di vê çarçovê de têkoşîna xwe bi dijwarî bimeşîne." 




HPG komplo şermezar kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bi daxuyaniyek nivîsekî 15’emîn salvegera Komloya Navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi tûndî şermezar kir.
Fermandariya HPG’ê diyar 14 salvegera Komploya Navneteyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye 14 sal li pey xwe hiştiye û ketiye sala 15’emîn û hate destnîşankirin ku hêzên li pişt komployê şermezar dikin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em serokatiya xweya ku ji roja pêşî de komploya ku hêzên navnetewî li hemberî azadiya gelê Kurd pêk anîn ji bo têk bibe berxwedaneke bê hempa li Îmraliyê pêk aniye, silav dikin.  Em carekedin di xete Rêber Apo de şopdarên berxwedana rêber Apo ne û emê têkoşîna xwe bilind bikin û hesab bipirsin. Em soza xwe ya ku dê Rêber Apo azad bikin ji nû dikin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “ Ji Komploya Navnetewî ya sala 1999’an heya niha li hemberî Rêbertiya me tecrîd hatiye kurkirin û li hemberî tevgera me jî konsepta tasfiyekirinê bi lestokên cûda heya roja meya îro berdewam dikin. Ji bo vala derxistina Komploya Navnetewî û ji bo ku gelê Kurd azadiyê bi dest bixe Rêber Apo bi berxwedanek pir mezin di Greva Îmraliyê û li ser viya jî tevgera azadiya Kurd bi hemleya şoreşgerî dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê têk biriye. Hikûmeta AKP’ê ji bo ku vê têkçûna xwe bertaraf bike, hemû hêzên rojhilatî yên derve welat girtiye pişt xwe û bi her awayî piştgirî yê didiyê û bivê yekê konseptekî nû ya têkbirinê xistiya dewerê. Dibin navê entegreya stratejîk ‘ Bi siyasetê muzakere li hemberî terorê heya dawî yê têkoşîn’ konsepta têkbirê ya nû tê ferzkirin.”

Hêzên komploger

HPG’ê bal kişand ser pêvajoya hevdîtinê û wiha got: “ Divê pêvajoyê de her çiqasî ku Rêber Apo li gel parêzerên xwe hevdîtinê pêk ne anîbejî li gor hevdîtinên Rêber APO li gel malbatê re li gel heyeta ku dewletê ku şandiye Îmraliyê pêk hatine dewlet vê hevdîtinê wek ku pirsgirêka Kurd tê çarserkirin nîşanî raya giştî dide. Bivê yekê dixwazin gelê Kurd bi xin nava hêviyan de. Di dema ku bi hevdîtinan re nîqaş hatin kirin de li navenda Parîsê ji aliyên hêzên gladyo û NATO’yê ve bi awayekî hova ne yek ji kadroyên pêşeng ya partiya me Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Di bin navê ‘KCK’ê de operasyonê li hemberî gelê me didomin her wiha li hemberî gelê meyê Ewropayê jî êrîş û binçavkirin didomin. Ev êrîş hemû bi destê AKP’ê û hêzên ku komplo pêk anîne li hemberî gelê Kurd didin meşandin.”

Hemleya şerê şoreşgerî

Daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Li hemberî Komploya Navnetewiya ya 15’yê Sibatê ku bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêbertiya me xelek çêbû û ev komplo bi rihê fedaî yê Apoyî destan hatin nivîsîn ev destan ji aliyê Şehrîstan, Xebat, Rojbîn û bi sedan şehîdên me ve komplo vala hat derxistin. Di sala 2012’an de jî xwestin bi awayên cûda komployê pêş bêxin lê li hemberî vê yekê hemleya şerê şoreşgerî dîsa bi rihê fedai yê Apoyî bi berxwedana Mehmet, Rojîn, Nûman, Jin û hemû şehîdên me yên azadiyê têkoşîn bi serxistine. Komploya ku dikeve sala 15’emîn de em weke hêzên gerîlayên HPG’ê em soz xweya ku emê  Rêber Apo azad bikin ji nû dikin û emê dixeta qehremaniya milîtanên xweyên fedaî de hesabê ji komplogera bixwazin û emê ser bikevin.” 

ANF/BEHDÎNAN