Nivîskara jin girtî Gulrox Îbrahîm Îrayî nameyek ji bo Zeyneb Celaliyan şand . 

Li gorî agahiyên Organa Xeberî ya Çalakvanên Mafê Mirovan ya Îranê (HRANA) belav kiriye, bi boneya 11’min salvegera  girtina Zeyneb Celaliyan nivîskara jin a girtî Gulrox Îbrahîm Îrayî nameyek vekirî ji bo Zeyneb Celaliyan şand.

Gulrox Îbrahîm di nameyê de got: “Siberoj bi dawî nabe. Hemû pênûs tên şikandin û çîrok nayên nivîsandin. Lê ev bi gotinan û bi behskirinê derbasê nifşên siberojê dibin. Dîrok bi êşên me tije bûye û em jî bûn nifşekî şewitî yê vê dîrokê.”

Her wiha Gulrox Îbrahîm di nameyê de got: “Canê min Zeyneb! Bihara îsal bi 11’min salvegera te ya di girtîgehê de destpê dike û berxwedana te dihizire. Girtina yek kesî ya dem dirêj dihizire. Ez êş, êşkence, pîskolojî û  laşê te dihizirim ku tu bi ser bilindî li ber xwe didî. Ez her tim derketina te di hizirim.”

Name wiha dewam dike: “Ez berxwedana te ya bi serbilindî ya li dijî hemû êrîşan sekinî difikirim û ev me bihêztir kir. Zeyneba hêja! Tu sembola nifşê nûyî ku di nava faşîzmê de bêhn digrî, distînî û zindiyî. Dest jê berde bila bibin asteng zeyneb can, dest jê berde bila bi qamçiyan li  laşê me bide. Bila dil û çavên me derxînin. Emê li ser rêya xwe bimeşin. Bila di darvekirinan de nimêjên xwe bikin.”

Name wiha bi dawî dibe: “Em li cihek rast yê dîrokê dene Zeyneb can! Dest jê berde bila  ala derewker û  du ruyan were hildan, ji xwe em hene û baweriya me jî bê dawiye.”

Gulrox Îbrahîm Îrayî di sala 2016’an de ji ber nivîsîna çîroka kevirkirina (sengsar) jinan hate girtin û  6 sal cezayê girtîgehê xwar. 


 TEHRAN