Extiyarên Kobaniyî yên di rojên destpêkê yên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de ji bo parastinê malbatên xwe şandin Pirsûsê, li dijî dagirkeriya DAIŞ'ê, tevlî berxwedana ciwanên YPG/YPJ'yî bûn û çek hilgirtin. Extiyarên li mewziyên parastina Kobanê nobedê digirin, li gel temenê xwe yê dirêj bi biryar in ku heta dawiyê berxwedana xwe dewam bikin.
Ji şêniyên Gundê Top ê nêzî saleke li ber xwe dide bavê 8 zarokan Mûstafa Reşît (53), di nava refên berxwedanê de navê Birûsk li xwe kiriye û li gel ciwanên YPG/YPJ'yî xaka xwe diparêze. Apê Birûsk diyar kir ku malbata wî li Pirsûsê ye û anî ziman ku li gel temenê xwe yê dirêj ez bi rûmet û serbilind e ku li mewziyên parastinê nobedê digire. Apê Birûsk got, "Ji bo azadkirina bajar û gundên xwe ez tevlî berxwedanê bûm. Ciwanên me roj bi roj bi pêş ve diçin. Moralê me gelekî bilind e, înşaleh em ê di demeke nêz de welatê xwe azad bikin." Apê Birûsk, ji bo paqijkirina Kobanê ji çeteyan bang li hemû ciwanên Kobaniyî kir ku tevlî berxwedanê bibin û got, "Bila ciwanên me werin û alîkariyê bidin me, ku em demek ji ya din zûtir xaka xwe ji van çeteyan paqij bikin."

'Xaka mirov namusa mirov e'

Apê Kawa (51) ê li heman mewziyê nobedê digire, yek ji Kobaniyên ji roja destpêkê ve di parastina xaka xwe de cih digire ye. Apê Kawa diyar kir ku beriya berxwedanê, ji bo xwedîkirina malbata xwe ew di gelek karên cuda de xebitiye û mîna hevalê xwe yê li çeperê Apê Birûsk piştî zarokên xwe şand Pirsûsê, li dijî êrîşên dagirkeriyê rahişt çekê û tevlî berxwedanê bû. Apê Kawa anî ziman ku cihgirtina di nava berxwedanê de wezîfeyeke pîroz e û got, "Namûsa mirov bi tenê jin nîne. Banga min li ciwanên Kobaniyî yên li Pirsûsê ye. Xaka mirov namûsa mirov e. Mirovek axa wî ji dest bê girtin, hebûna wî bi kêrî çi tê?" Apê Kawa ji ciwanan xwest vegerin Kobanê û tevlî parastinê bibin.



MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK/ÇAGDAŞ KAPLAN/DÎHA/KOBANÊ