
Kanala Kurdî ya zarokan, Zarok TV a di 28’ê Îlonê de bi KHK’ê hatibû girtin, di 9’ê Kanûnê de dest bi serdema weşana xwe ya nû kir. Gerînendeya Weşana Giştî ya Zarok TV’yê Dîlek Demîral diyar kir ku wan dizanibû biryara girtinê biryareke xelet e û got, ew ê ji cihê mayî karê xwe dewam bikin.
Zarok TV ya ku yekemîn kanala Kurdî ya fîlmên kartonî ye li Tirkiyeyê, di 21’ê Adara 2015’an de dest bi weşana xwe kiribû. Zarok TV’ya ku rastî elaqeyeke mezin dihat, bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) a 28’ê Îlonê, tevî gelek televîzyonên muxalif, hatibû girtin. Bi fermana Serokwezîr di 28’ê Îlonê de 12 kanalên televîzyonan û 11 radyoyên bi Kurdî weşan dikrin û muxalif bûn, hatibûn girtin.
Hewldana ji nû ve vekirina Zarok TV
Gerînendeya Weşana Giştî ya Zarok TV’yê Dîlek Demîral diyar kir ku wan di 9’ê Kanûnê de dest bi weşanê kiriye û ragihand ku wan zanibû biryara girtinê biryareke xelet û şaş e. Demîral anî ziman ku wan ji bo biryara der barê Zarok TV’yê de bi qasî xwe karîbûn bigihînin, miracaetî gelek kesan kirine û wiha axivî: “Ji bo ji vê biryara xelet vegerin, me daxwaz kir ku divê ji destê kê çi tê bike. Me behsa xwe û televîzyona xwe kir û di encamê de ji vê biryara şaş vegeriyan. Weke ku em her tim dibêjin, tekane tişta em dikin, weşana bi Kurdî ye. Di vê pêvajoyê de temaşevanên me di serî de, em spasiya hemû derdorên ku bi her awayî alîkarî kirî, dikin.”
Bi bernameyên hê baştir weşana xwe bidomînin
Demîral dest nîşan kir ku piştevaniya temaşevanan ji bo wan zaf girîng û watedar e û wiha axivî: “Em bawer dikin ku wê piştevaniya temaşevanên me dayî, gelek tişt guherandin. Em ê ji cihê mayî dewam bikin. Em ê bi bername û fîlmên kartonan ên nû, bernameyên biqalîtetir û wesifdartir weşana xwe bidomînin. Jixwe, em qet ranewestiyan, dema em girtîbûn jî me xebatên xwe didomandin. Me her cihwar ji xwe re kir cihê xebatê. Êdî em ê li TV’ya xwe xebatên xwe bidomînin.”
AMED