Ciwanê bi navê Darewan Cuma nerazîbûna xwe da diyarkirin û wiha dewam kir; “Ez weke ciwanek Daqûqê piştgiriya xwepêşandêran dikim. Birastî jî pêwîst e em weke gelê Başûr li hember bê mafiya ku tê meşandin serî rakin û ji hikûmeta heyî pirs bikin, ev pereyên ku tê girtin bi kû de diçe? Pêwîst e gel bi helwest û nerazîbûnên xwe re vê aşkera bikin. Bi taybetî jî ew karkerên weke mamoste, pêşmerge, û hwd.yên ku ev çend mehe meaşê wan nayê dayîn, em piştgiriyê wan bikin dakû tevahî daxwazê wan pêk werin. Ev rewşa li Başûr tê jiyîn, nikare were qebûl kirin.”  


 ‘Gel bi vîna xwe rabûye li ser linga’

 Bêstun Kakaî jî bal dikşîne ser daxwaziyên gel yên ku ji hikûmetê dixwaze û wiha dibêje; “Daxwazên ku gel dike gelek rewa ne. Gel mafê xwe dixwaze, ev jî mafekê xwezayî ye. Ji bo wê em jî piştgiriya xwe didin diyarkirin.”

Kakaî nerazîbûna xwe li hember hikûmetê anî ziman û got; “Bi vîna gel ev meş pêşketiye, kes pişta gel nîne. Êdî qeyrana ku di Başûr de heye nayê pejirandin. Ji bo ku vîna gel berovajî bikin, jî nêzîkatiyên didin raber kirin şaşe.”

 

‘Pergal têk çûye’

Welatiyê bi navê Elî jî nerazîbûna xwe bi vê gotinan da diyarkirin; “Ev xwepêşandanên ku ji aliyê gel ve pêşdikeve gelek rewa ye. Ji ber ku ev çende meh in mafên xwe ango kedên xwe wernagirin. Ji bo jiyanek bi wate û têde mafê wan nayê xwarin dixwazin bijîn. Em hêvîdikin ku daxwaza wan pêk were. Ji bo vê jî em helwesta PDK’ê şermezar dikin.”


NÛDEM EVÎN/ROJNEWS/DAQÛQ