Ciwanên yên bajarokên Rewanser a Kirmanşanê bi navê ‘Ciwanên Apocî’ daxuyaniyek da û berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê weke berxwedanekî dîrokî bi nav kirin.
Ciwanên Apocî di daxuyaniya xwe de gotin: "Em weke ciwanên Apocî yên Rewanser piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê dikin û êrîşên dewleta Tirk ên li Bakûrê Kurdistanê li hemberî gelê me pêk tîne û tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin.”
Ciwanên Apocî di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser zextê rejîma Îranê ya ku li ser girtiyên siyasî pêk têne û wiha gotin: “Em ê li hemberî siyaseta rejîma Îranê ya qirêj bêdeng nebîn. Em bang li rejîma Îranê dike ku zextê xwe li ser girtiyên siyasî bide sekinandin.”
KIRMANŞAN