
Nivîskarê Kurd Çiya Mazî bi pirtûka xwe ya ‘Baxek Ji Folklora Kurdî – Ji Derdora Mêrdîn’ balê dikişîne ser kevneşopiyên Kurdî. Ev xebata giranbuha li ser folklora Kurdî ya Kurmancî bûye gaveke din. Berhema folklorê ya Çiya Mazî ya duyemîn ‘Baxek Ji Folklora Kurdî – Ji Derdora Mêrdîn’, ji şeş beşan pêk tê, her beşek wek pirtûkekê hatiye binavkirin û her beşek li ser babeteke folklorê ye, wekî dûrikên dawet û bûkan, destanên dengbêjan, ferhenga biwêjan, ferhenga peyvên absurd, ferhenga pîşekariyê, gotinên pêşiyan, gotinên xweş û pêkenokên derdora Mêrdînê. Ev berhevdeyên folklorê yên derdora Mêrdînê; Qoser û Beriya Mêrdîn, Şemrex û Metînan, Dêrik û Çiyayê Mazî, Mêrdîn û Surguciyan û yên Nisêbînê ne.
Bi dehan dûrikên bûkan ên ku tenê li derdora Şemrex û Dêrikê ji aliyê jinan ve tên gotin, ji alî Çiya Mazî ve hatine şîrovekirin û tê gotin ku “Ev ‘dûrik’ wekî derbirîna ramanê û rexneya jinan a li civakê û aliyên bûk û zava ne.” Di beşeke pirtûkê de wiha tê gotin:
Defa me defa heyatê…
Def giran e bi teqla tê
Xalê bûkê ne tiştek e…
Ji me dixwaze demança xelatê
Di beşa destanan de jî; destana Teyarê Qereçolî, Elê Melê û Gulîzera Kurdan, Zeynebê û Reşît Paşa wekî 3 destanên ku ji devê dengbêj Fadilê Kufragî hatine girtin ku li herêmê demên berê bi bandor bûne û hêj ji alî dengbêjan ve tên gotin in. Du beşên balkêş jî; Ferhenga Absurd û Ferhengokên Pîşekariyê ne. Di Ferhenga Absurd de peyvên Kurdî-Kurmancî de piranî di ferhengan de cih nagirin hatine ravekirin. Wekî bolvir, tiredîn, tiroviro, şirpînî, şîrşîr, pistpist, çîk, çîko, ogê, togê, malneket, kerratî, incolê û gêjomêjo dikare bê rezkirin.
ROJEVA MEDYA