OMER ÎKE/ANF/WAN


Bajarê qedîm Wan ji Ûrartuyan heta roja me ya îro ji dehan şaristaniyan re mazûrvanî kiriye. Di her bihostek xaka Wanê de jî şopên vê dîroka qedîm xwe didin der û her bihostek vê axê dewlemendî û çavkaniya jiyanê ye. Ava bi xwê ya ji zinar û çiyayên Wanê diherike û berê xwe dide gundê Canîk ê navçeya Tûşbayê û ji bo welatiyan dibe debara jiyanê. Ava bi xwê ya ji zinaran diherike bi salan e pêwîstiya xwê ya herêmê temîn dike û ji hêla gelek tûrîstên neteweyî û navneteweyî ve tê ziyaretkirin. Ava zinarên Wanê, pêwîstiya bi xwê ya Wanê û bajarên derdora wê dabîn dike. Ev xwê di heman demê de ji hin nexweşiyên wekî astim û bronşîtê re jî gelekî baş e.


Av dimeye û dibe xwê

Karkerê ava bi xwê yê bi navê Hamît Oflas diyar kir ku ava bi xwê ji zinarên bilind ê Wanê diherike gundê wan û wiha axivî: “Ava ji zinarên bilind diherike gundê me bi rêya lûleyan me kişandiye ser hawizan. Li peravên Gola Wanê me 12 hawiz çêkirine û ev ava ku diherike li vir kom dibe. Ava dikeve hawizan jî nêzî 20 rojan di hawiz de dimeye û piştre derbasî hawizên din dibe. Piştî demekê av di vî hawizî de dibe xwê û em vê xwêyê paqij dikin.” 


Xwêya kulîlkî

Oflas eşkere kir ku ew di nava du mehan de 600 ton xwê derdixin û der barê xebatên xwe de got, “Li ser hawizan em 12 karker dixebitin û ji sibehê heta danê êvarî em dixebitin. Ji ber sirr û seqema Wanê tenê em du mehên havînê xwê çêdikin. Xwêya ku tê derxistin ji bo xwarinê û hemû pêdiviyên xwarinê tê bikaranîn. Ev xwêya ku jê re xwêya keviran tê gotin, piştî di nav ava têrxwê de tê sekinandin, xwê ya kulîlkî ya ji bo xwarinan çêdibe. Xwêya di nava avê de hilm dide, xwêya wekî kulîlkî ku dişibe krîstalan derdikeve ser rûyê avê. Di xwêya kevir de tenê sodyûm û klor heye wekî din ti tişta din tine. Yanî ji sedî 100 xwezayî ye. Ev ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve jî hatiye erêkirin û ji bo wê jî tê ecibandin.”


Ji gelek nexweşiyan re derman e

Xwêya kevir ango xwêya kulîlk ji bo xwarinê tê bikaranîn û ji bo gelek nexweşiyan jî baş e. Welatî vê xwêyê dixin nav xwarinên wek penîr, tirşî, goşt û hwd. Her wiha ev xwê ji gelek nexweşiyan re jî baş e. Ji bo ku ev xwê xwezayî ye, ji xwêya li dikanan zêdetir tê tercîhkirin. Li gorî hin îdiayan; xwêya kevir ji bo mîdeyê gelek baş e û dike ku rovî bi hêsanî bixebitin. Her wiha ev xwê ji bo bêhntengiyê, gûatr, astim û bronşîtê jî derman e.