Li bajarên Rojavayê Kurdistanê Qamişlo û Hesekê pêr xelk bi diruşmeya “Ji dagirkeriya dewleta Tirk re na” derketin qadan û peyama piştgiriya berxwedana Başûrê Kurdistan û Efrînê dan.
Xelkê Qamişlo li çerxereya Şehîd Osman Sebrî kom bûn û heta Qada Şehîdên 12’ê Adarê meşiyan. Li wir Rêveberiya Kongreya Star Şaha Xelîl axivî û got; “Ev gelê ku fêrî berxwedan û tekoşînê bûye, dê li hemberî hemû polîtîka û hewildanên dagirkeriyê dîsa li ber xwe bide. Bila dewleta Tirk êrîşên li ser Qendîlê yên 1992’an ji bîr neke, çawa bi hezaran tang, top û firokeyan bi ser neket û siwar çû peya hat.”
Hesekê jî dagirker rûreş kir
Her wiha li Hesekê jî xelk li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistsanê û binpêkirinên li Bakurê Sûriyê daket qadan. Di xwepêşandanê de li ser Hevserokatiya Kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kiryarên herî hovane li dijî sivîlan pêk anîn, lê gelê Efîrnê jî li hemberî hovîtiya wan destanên qehremaniyê rêsandin.
QAMIŞLO/HESEKE