Pêngava rizgarkirina Reqayê didome. Ji pêr ve di şer de 44 çete hatin kuştin. Li taxa Nezlet Şehade ya li başûrê Reqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê de şerê ku pêr dest pê kir heta doh çaxê sibehê domî.  Çeteyan ji bo ku pêşî li şervanên QSD’ê yên li taxan bigirin bi 3 wesayit û 2 motosîkletên bombebarkirî êrîş bi ser mewziyan de birin.

Şervanên QSD’ê bersiv dan û êrîşên çeteyan şikandin. 3 jê di encama mayinên xwe yên ku danîbûn de bi tevahî 14 çete hatin kuştin.

Bi êrîşên dawî re ji pêr ve 6 caran bi wesayitên bombebarkirî êrîş hatin kirin. Li gorî nûçeyên ji herêma şer hatine ji pêr ve di şer de 44 çete hatin kuştin ku di nav van de segvan û serçete jî hebûn.

Her wiha li taxa Reqaya Berê û taxa Berdî ya li rojavayê bakurê bajêr şer pêr bi şer dest pê kir û heta doh sibehê domî.


Du DAIŞ’î hatin cezakirin

Doh Dadgeha Sucan a Kerkûk-Germiyan piştî lêkolîneke berfireh, cezayê girtinê da du çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê hêzên asayîşa Germiyan ve hatibûn girtin.

Têkildarî mijarê Rêveberiya Asayîşa Germiyan daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: “Di 11’ê Gulana 2016’an de hêzên rêveberiya asayîşa Germiyan tewanbarek bi navê  Idrîs Mihemed Qasim ê di sala 1992’an de ji dayîk bûyî û nîştecihê navçeya Dûmîz a Kerkûkê ye hat girtin. Piştî gelek lêkolîn û li xwe mikur hatina li sucê xwe, Serokatiya Dadgeha Sucên Kerkûk- Germiyan, li gorî madeya 3‘yan a yasaya terorê, ji bo wî biryara cezayê 5 sal û mehekê hat dayîn.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku hêzên asayîşa Germiyan sucdarekî din ê binavê Bîlal Ebdullah Ewad ê di sala 1993’an de ji dayîk bûye, di 10’ê Çileya îsal de li bajarokê Gulale ya Xaneqînê girt û wiha pê de çû: “Piştî ku dosye ji dozgeriyê re hat şandin di encama li xwe mikur hatina sucê xwe, Serokatiya Dadgeha Sucên Kerkûk-Germiyan li gorî madeya 3 ya terorê biryara 5 sal û mehek cezayê girtîgehê ji bo wî kesî derxist.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN