Dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê li Efrîn û Şehbayê bike, bênavber hêzên xwe vediguhezîne xeta Ezaz, Raî, Exterîn, Marea û ji bo bicihkirina hêza leşkerî her wiha hewl dide herêmên nû veke. Tevî qereqolên beriya niha li vê herêmê çêkiribûn, qereqolên nû jî çêdike û hin herêmên gundên şên li wan in weke qada leşkerî îlan kirine.
Dewleta Tirk, mohlet da gundiyên li herêma Ezaz, Exterîn, Raî û Şehbayê ku gundên xwe vala bikin. Gundên Kurdan ên li herêma Şehbayê cîranê gundên di kontrola hêzên Ceyş El Siwar û YPG'ê de ne. Gundên ku bi zorê ji wan tê xwestin di nava rojekê de werin valakirin ev in: Xuz, Tweys, Qubbesin, Eble, Tel Tana, Teletin, Şudud, Baruze.Ji gundiyan re hate ragihandin ku ji bo êrîş li Şehbayê were kirin, ev gundên navbirî weke herêma leşkerî hatine îlankirin û ji bo hîn bêhtir hêzê li wan bi cih bikin, divê gundan vala bikin.
Artêşa Tirk jî çete ye
Gundiyekî ji Şududê ku nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku ti cudahî di navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê de nîne û got, "Komên Tirkmen ku çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve ne, wextekê gundê me kontrol kirin. Wê çaxê hê destpêka şoreşê bû. Hin kom hingî tam neketibûn bin kontrola Tirkiyeyê. Tirkmenên baş bûn, lewma zêde zext li me nekirin. Piştre, Nûsra û DAIŞ'ê gundê me kontrol kirin. Nûsra û DAIŞ'ê zext li me kirin. Dest danîn ser beşek ji malên me. Lê dewleta Tirk niha radibe ji me re dibêje, 'ti karekî we li vir nîne, cihê we li vir nîne, hûn diçin ku derê biçin wir'. Ya ku dewlet û artêşa Tirk dike, DAIŞ'ê jî nekir."
Ne artêşa azad, MÎT´a Tirk
Tê gotin, ku valakirina gundan yekser bi destê efserên Tirk tê kirin. Gundiyekî ji Tweysê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ev agahî dan: "Dewleta Tirk di her firsendê de tîne ser wê yekê ku qaşo 'Artêşa azad heye, bi wan re vê dike'. Em koma bi navê artêşa azad baş nas dikin. Em baş dizanin bê di nava van koman de kî hene. Di nava van koman de hema bêjin qet Sûriyeyî nînin. Yên weke Sûriyeyî di nav de cih digirin jî, temamiya wan bi MÎT'ê re dixebitin. Ez van hemûyan baş nas dikim. Berê endamên îstîxbarata rejîma Baasê bûn, niha jî ji MÎT´a Tirk re dixebitin. Yên ku dixwazin em gundên xwe vala bikin, yên ji bo vê yekser bi me re axivîn efserên artêşa Tirk bûn. Ji bilî Tirkî bi ti zimanê din nizanî bûn."
Hêzên navneteweyî li kû ne
Gundiyê Twesyî anî ziman ku fermandar û leşkerên artêşa welatekî din, li gorî qanûnên navneteweyî nabe ku bikeve nava axa welatekî din û bixwazin gundên vî welatî werin valakirin. Gundî destnîşan kir ku ev yek rewşeke sosret û dagirkerî ye û got, "Ev der welatê me ye, axa me ye. Ti hêz nikare me ji vir derxîne. Di serî DYE, Rûsya, gelek welat qala yekparebûn û yekîtiya welatê Sûriyeyê dikin. Lê Tirkiye hatiye axa me dagir kiriye, me ji gundên me derdixîne. Lê deng ji van hêzan nayê. Weke welatiyên Sûriyeyê em vê yekê weke dagirkeriyê dibînin. Gelo hêzên deng dernaxînin radizên li pêşberî vê dagirkeriyê? Eger ranazên wê demê şirîkê vê dagirkeriyê ne."
Artêşa Tirk bi ragihandina qada leşkerî re gundên Kurdan vala bike. Ji gelê Marea jî xwest ji êrîşê re amade be. Ji gel hate xwestin, ku dema êrîşa li Şehbayê dest pê kir, di nava du saetan de Marea vala bike."