Çalakiya dayikan bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre daxuyanî hate xwendin.  Di daxuyaniyê de êrîşên dawî li Amûdê ku li ser  YPG’ê ji aliyê hin alîgirên Tirkiyê ve pêk hat şermezarkirin. Dayikan di daxuyaniya xwe de rola xirab kirin û tevlîheviyê ya Yekîtiya Siyasî û rêveberên wan Ebdulhekîm Bişar û Mistefa Cuma ku hewldidin fitne û tevlîheviyê di nava gelê Kurd de derbixin jî şermezar kirin.

Dayikan di daxuyaniya xwe de bang li hukûmeta herêma Başûrê Kurdistanê kirin ku, li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin, şûna kiryarên fitne û tevlîheviyê pêwîste ji bo berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin û yekîtiya gelê Kurd biparêzin.
Dayikan di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku tevî êrîş û hemleyên reşkirinê li dijî YPG᾿ê pêk tên jî lê YPG car din li ser hêza xwe ye û nirxên gel diparêze. Dayikan dan zanîn her ku çete û xayîn êrîşên xwe zêde bikin berxwedana li dijî wan zêde dibe û gel bi YPG᾿ê ve tê girêdan.
Di dawiya daxuyaniyê de dayikan berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, YPG᾿ê û Asayîşê silav kirin. 

ANHA/HELEB