Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di koma BDP'ê ya meclîsê de li ser çalakiya şewatê ya ciwanê bi navê Mehmet Şerif Sakli ku li Bûrsayê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da rawestiya û xwest ciwan li şûna çalakiyên şewatê pêk bînin bi têkoşina xwe ya jiyanê bersîvê bidin pergalê. Demîrtaş, da zanîn ku Erdogan bi daxuyaniya Kurtajê dixwaze ser komkujiya Roboskiyê bigire lê ew destûrê nadin vê yekê. Demîrtay, bilêv kir ku her çend Erdogan rewşa aboriya Tirkiyeyê baş bide xuyakirin jî rastiyê nabeje û aboriya Tirkiyeyê xerab dibe.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş bal kişand ser çalakiya şewatê yê Mehmet Şerîf Sakli û sersaxî ji malbatê xwest. Demîrtaş, da zanîn ku Sakli ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û wiha got: "Ciwan hêz û bingeha civakê ne. Pêşenga civakê ne. Lê divê ciwan serî li rêbaza çalakiyên bi vî rengî nedin. Divê em bi têkoşînek din bibin bersîv. Em van çalakiyên bi vî rengî rast nabînin."

Wezîrê Betonê...
Demîrtaş, bal kişand ser rewşa derdorê û parastina derdorê û wiha got: "Me di salekê de 23 pêşniyarnameya lêkolînê dan meclîsê. Lê heta niha ji bo parastina derdorê pêşniyara lêkolînê yek jî neket meriyetê. Hikûmeta AKP bi çavê rantê û sermayê li derdorê dinere. Wezîrê Derdor û Daristanê jî her tim bi çavê pereyan û bazirganiyê li daran, li zeviyan û avê dinere. Li şûna Wezîrê Derdor û Daristanê divê em bêjin Wezîrê Betonê."
Li Tirkiyeyê 2 hezar projeyên HES'ê tên avakirin. Ev nîşaneya wêrankirina xwezayê ye. Li gel serhildan û çalakiyên gel dîsa ev proje yek bi yek dikevin meriyetê. Em dixwazin li ser navê HES'ê warên dîrokî, çandî û baweriyê wêran nebin. Nêzî 2 hezar welatiyên ku ji bo xweza û çand wêran nebe bertekên xwe anîn ziman niha tên darizandin."
Demîrtaş, li ser helwesta AKP'ê ya li hemberî derdorê rawestiya û wiha axivî: "Ev pirsirêka derdorê û paratina xwezayê ne pirsgirêka çend kesan e. Malê hevpar yê hemû mirovan e. Divê her kes li vê yekê xwedî derkeve û biparêze. Ger ku wêrankirina xwezayê polîtîkaya bingehîn ya AKP'ê be, wê demê divê parastina xwezayê jî berpirsiyariya her kesî be."

'Înkarvan nikarin çareser bikin'
Demîrtaş, destnîşan kir ku ji destpêka HEP, DEP, HADEP û heta BDP'ê de her tim li ser bingehê diyalogê nêzî çareseriya pirsgirêk bûn û wiha berdewam kir: "Te tu carî deriyên xwe ji diyalogê re negirt. Demîrtaş, da zanîn ku ger hikûmet AKP pirsgirêkê înkar bike û cemaweriyê bixapîne wê demê dê li ser çi muzakereyan bike û wiha got:" Ger ku Erdogan bêje pirsgirêka Kurd qediya ye û çareser bûye wê demê em dê li ser çi muzakereyê bikin. Divê berî her tiştî dest ji vê dirûtiyê berde.

'Erdogan hostayê zilmê ye'
Demîrtaş, bilêv kir ku di demê dawî de zext û zordariya li ser partiya wan gelek zêdetir bûye û bi rêbazek pir taybet û pispar li ser hemû endam û rêveberê wan zextan û tundiyê dimeşîne. Demîrtaş, bibîrxist ku di aliyê zext û zordariyê de Erdogan bûye pispar û pir bi dizî dimeşîne.
Demirtaş, bilêv kir ku Erdogan dema çû Amedê rastî kolanên vala û salona vala hat, lê ev yek înkar kir û got 'Salon tije bûbû' û wiha got "Ji zêdebûna girsê em nikaribûn derbas bûn. Li Rihayê jî rastî eleqeyê nehat. Êdî gel AKP û Serokwezîr Erdogan nas kiriye."

'Dixwaze rojevê biguhere'
Demîrtaş, bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ên "Her kurtaj Roboskiye" û wiha axivî: "Xwest bi vê mijarê rojeva Roboskiyê bigire. Lê em destûr nadin ku mijara Roboskiyê bê girtin." Em dîsa melayan dipirisin û dibêjin di kijan ayeta quranê de gotiye "Kurtaş qedexe ye?" Em dibînin ku ol ji bo dewletê kiriye amûr. Lê divê ol ji bo cikê bin. Di nimêjên Înê yên sivîl de gel ne li dijî mizgeftê ye. Li dijî helwesta dewletê ya li hemberî ol e."

'AKP dixwaze nifûsa Kurd kêm bibe'
Demîrtaş, bal kişand ser polîtikaya AKP'ê ya plana malbatê û da zanîn ku AKP naxwaze zarokên Kurdan zêde bibe û dixwaze rê li pêşiya zarokên Kurdan bigire.
Demîrtaş, bal kişand ser çalakiya karkerên Balafirgehê û destnîşan kir ku her tim piştgiriyê dide karkeran û mafê wan ê girevê diparêze. Demîrtaş, da zanîn ku hikûmetê beriya hilbijartinê gelek soz dan karkeran, lê hemû sozên xwe ji bîr kir û niha mafê wan ê girevê ji destê wan digire.
Demîrtaş, li ser rewşa aboriyê jî rawestiya û bilêv kir ku hikûmet rastiya aboriya Tirkiyeyê ji civakê vedişêre û dijberî pêşketinê paşketin çêbûye. 

DÎHA/ENQERE