Nivîskar Yasemîn Elban tevî ku pêşî ne xwende jî bû, ji derdora xwe li çîrokên Kurdî guhdarî kir û gelek berhemên nivîskî amade kirin.
Yasemîn Elban ji mezinên xwe guhdariya van çîrokan kiribû, bi xewn û xeyalê disoje, ku wan rojekê binivîse. Piştî bi salan, qeyda xwe li Enstîtuya Zimanê Kurdî dike û fêrî xwnedin û nivîsandina dibe û wê bi pêş dixe. Piştre bi alîkariya dotmam, pismam û cîranên xwe pirtûka çîrokan amade dike. Yasemîn diyar dike ku ji ber ku jin bi zarokên xwe re bi Kurdî naaxivin, ev yek zemînekî xurt diafirîne ji bo asîmîlasyonê ku di nava civakê de karîger be.
Gund bi gund digeriyan
Yasemîn li gundê Çursen a Tetwanê tê dinê û di 14 saliya wê de, ew tê zewicandin. Piştî demekê ew koçberî Izmîrê dibe. Yasemîn li ser malbata xwe û zarokatiya xwe dibêje: “Bavê min mele bû. Em gund bi gund digeriyan. Di salên 90’î de gundê me şewitandin. Dewletê bavê min ji kar avêt. Em hatin Tetwanê. Ez heta 14 salî bi çîrokan mezin bûm. Min gelekî ji zimanê xwe hez dikir. Gotinên dayikên me, çîrokên wan di hişê min de man. Ji ber hin sedeman min nikaribû bixwenda. Izmîr ji çanda me pirr dûr bû. Lê vebûna Enstîtuya Zimanê Kurdî kela canê min rakir. Min çû qeyda xwe lê kir.”
37 çîrok nivîsandin
Yasemîn Elban ji bo jiyana xwe ya li Izmîrê û serbihuriya xwe ya zimanê Kurdî jî gotinên xwe wiha dike rêz: “Di zarokatiyê de min dest bi dibistanê kir, lê min bi Tirkî nizanibû. Fêrbûna Tirkî gelek salên min girtin û min ti carî qebûl nekir. Ez çûm kursa ziman, di warê avakirina hevokê de timî pirsgirêka min hebû. Ez di nav salan de hînî zimanê xwe bûm û piştî 10 salan min hîndekarî jî kir. Ji wê rojê û bi şûn ve min 37 çîrok nivîsandin. Piştre ew hatin weşandin. Min pirtûka ewil bi 20 çîrokî bi navê ‘ Carek ji caran’ weşand. Ji bilî vê ‘Xeyrî Abbas’ hat weşandin. Piştre ‘Ecêbên dinyayê’ hat weşandin. Ligel vê min çîrok û gotin qeyd dikirin. Mi ji vê jî pirtûkek 370 rupelî amade kir.”
Yasemîn Elbanê destnîşan kir ku di pergala heyî de gelek berpirsyarî dikeve ser milê jinan û got, jin bixwaze dikare gelek tiştan bike.
WAN