SADIYE ESER  / MA / STENBOL

Di Mihrîcana Filmên Kurdî a Stenbolê de, roja 8’ê Adarê wê tenê filmên derhênerên jin bên nîşandan. Yek ji van filman jî fîlma ”Lîstikên Bêsînor” e. Derhênera Lîstikên Bêsînor Elîf Yîgît, ji bo temaşekirina film bang li her kesî kir.

Mihrîcana Filmên Kurdî ya îsal di navbera 6-10’ê Adarê de wê dest pê bike. Mihrîcan, wê li Eywana Mezopotamya Sînemayê bê lidarxistin. Di mîhrîcana îsal de 33 film û belgefilm wê bên nîşandan. Her wiha di 8’ê Adarê de wê tenê filmên derhênerên jin bên nîşandan. Yek ji van belgefilman jî ”Lîstikên Bêsînor” e. Derhênera Lîstikên Bêsînor, Elîf Yîgît, diyar kir ku belgefilma wê behsa çîroka Mahmût û Hamîdî dike ku her du jî ji ber şerê li Sûriyeyê ji Rojavayê Kurdistanê çûne Tirkiyeyê.

Yîgît, destnîşan kir ku pêşî wan bi hin kesan re hevpeyvîn çêkirine û paşê dest bi girtina dîmenên belgefilmê kiriye. Yîgît her wiha da zanîn ku di meha Çile de jî wan sêwirandina film temam kiriye.

Yîgît, anî ziman ku wê heta niha belgefîlma xwe ji çend pêşbaziyan re şandiye û film wê li Mihrîcana Filmên Kurdî ya Stenbolê, cara pêşî di 8’ê Adarê de bê nîşandan û vê yekê heyecaneke mezin lê peyde kiriye.

Herî dawî Yîgît, bang li hemû jinan kir ku li belgefilma wê temaşe bikin.