Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî di axaftina kir de bal kişand ser salvegera şehîdkirina Kurdên di 12'yê Adarê û ji bo dayîna xelatê ya SZK'ê jî wiha got: "SZK gavên girîng diavêje, dibistanan vedike. Me xwest bi vê xelatê em wan pîroz bikin."
Nûnerên SZK'ê Mîrza Şengalî û Nesrîn Qamişlo di merasimê de ji bo xelatgirtinê di merasimê de amade bûn û ji bo sipasî derketin ser dikê û axivîn.
Mîrza Şengalî got ku Feqî Huseyîn Sagniç di qada têkoşîna wêjeya Kurdî de têkoşer bû û bi vê xelatê Enstîtuya Kurdî li kedkar û mamosteyên xwe xwedî derdikeve, loma ev xelat giranbuha ye. Şengalî li ser rewşa ziman a li rojava jî wisa got: "Me karî bingeha pêşvebirina ziman biavêjin. Ji aliyê siyasî, leşkerî û di warê ziman de şoreş çêdibe. Niha li seranserê rojava perwerdehiya ziman hatiye pejirandin. Şoreşa ziman wê li rojava bi ser bikeve, wê bibe mînakek hêja ji bo hemû parçeyên Kurdistanê."
Nûnera SZK'ê Nesrîn Qamişlo jî got ku xebata ziman ji berê de li Rojava tê meşandin û li ser rewşa niha axivî.
Di şeva ku Mela Kerem Soylu, Seroka BDP'ê Asiye Kolçak, kurê Feqî Huseyîn Sagniç axaftin kirin de sînevîzyona li ser Sagniç hatibû amadekirin hat weşandin û dûre dengbêj Sebrî Agirî, Xeniyê Qereyazî, Mihemedê Beyro û hunermend Alî Baran klam û stranên xwe pêşkêş kirin.
STENBOL