Konferansa 4’an a Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi beşdarbûna Serokê Desteya Kar û Barê Şehîdan Rêzan Gulo, Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Sarûxan û nûnerên gelek sazî û dezgehên din li sala Rewabî ya Qamişlo dest pê kir.

9 endamên saziyê ji bo rêveberiyê hatin pêşniyarkirin û di encama dengdayînan hatin hilbijartin. Piştî dendayîna konferansê Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişlo daxuyaniyek çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de bang li hin partiyên girêdana wan bi derveyî Rojava re hene kir û hat diyarkirin ku dev ji siyasetên xwe berdin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li Rojava derveyî hêzên YPG’ê ti hêzek nayê qebûlkirin.


Tecrîd li dijî vîna gelê Kurd e

Daxuyanî bi şermezarkirina  tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pê kir û wiha dewam kir: “Pêwîst e hemû cîhan bizane ku tecrîda li ser Rêberê  Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye ferzkirin, tecrîda li ser hemû mirovahiyê ye, Tecrîda li dijî vîna 40 mîlyon kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Tirkiyê bila baş bizane ku ew nikarin navbera me û Rêberê me qut bike, em dayîk û bavên şehîdan bi hemû hêza xwe piştgiriya Rêber APO dikin û em ê heta serkeftinê û avakirina Sûriya Demorkatîk jî piştgiriya xwe bidomînin.”


ˮEm rê nadin ji bo du hêzên leşkerî’

Her wiha derbarê derbasbûna bi navê peşmergeyên Rojava de li Rojavayê Kurdistanê de wiha hat gotin:”Di demên dawî de hin deng bilind dibin û dibêjin bela pêşmerge derbasî Rojava bibin. Ev tişt ne mumkine pêk were, derbasbûnek hebe jî divê di bin sîwana YPG’ê debe. Em wekî malbatên Şehîdan ti carî rê nedin ku 2 hêzên leşkerî li Rojava  çêbibin. Kesên dixwazin li Rojava şer bikin divê di bin al û fermandariya YPG’ê şer bikin. Em tu carî qebûl nakin tu hêzên din derbasî Rojava bibe û serkeftinên zarokên me bi xwîna xwe qezanc kirin bikin ayîdî xwe.” 


 ANHA/QAMIŞLO