Di warê siyasî de serkeftinek û bidestxistina înîsiyatîfê hebe jî lewaziya xebatên civakî bi aşkereyî li ber çavan e. Bi taybetî, li bakurê welêt psîkolojiya libendêmayînê ya ji dewletê, li ber gavavêtinê wekî astengê herî mezin e…
Dewlet heman dewlet e; feraseta hikûmeta AKPê jî heman feraseta hikûmetên beriya wê ne. Li hêlekê bahsa pêvojoya aştî û çareseriyê û vekirina qaşo paketên demokrasiyê tê kirin; li hêla din jî sloganên nijadperest li ser hev tên qêrîn. Serokwezîrê Tirk Recep T. Erdogan bi taybetî li bajarên Kurdan jibera xwe ya mîna; “Yek netew, yek al, yek dewlet…“ dubare dike. Cîgirê wî Bûlent Arinç jî pêşniyarên pirr balkêş li Kurdan dike; “Ên ku perwerdeya bi zimanê Kurdî dixwazin bila herin bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê)…“
Gelo piştî van gotinan di ‘paketa demokrasiyê‘ de wê çi derkeve?..
Li Tirkiye û li bakurê Kurdistanê demsala perwerdeyê destpêkir. Bi banga Koma Civakên Kurdistan û Kongreya Civaka Demokratîk, zarokên Kurd ji bo hefteyekê dest bi boykotkirina dibistanê kirin. Di heman demê de Kurd bi girseyî derketin kolanan û daxwazên xwe yên bona perwerdeya bi zimanê dayikê anîn zimên. Helbet çalakiyên bi vî rengî bona bêbandorhiştina rejîma dewletê ya asîmîlasyonê pirr hêja û bi wate ne. Lê heta ku li hember rejîma asîmîlekar a dewletê alternatîfeke kurdewarî derkeneve holê, ewqas ked û hewldan nagîhijin tu encamê…
Ne dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê wê bi dilxwazî mafê Kurdan bide ne jî pergal û feraseta wê, wê firsendê bide vê yekê. Bona pêkhatina daxwazên Kurdan ên neteweyî sîstemeke alternatîf a demokrat û xweser divê. Bona vê yekê jî, heta ku mafên siyasî bi têkoşîna siyasî û dîplomatîk werin bi destxistin, divê bi pêşxistina saziyên xweser ên zimên, ên çandî û aborî re qadê civakî bi rengên Kurdî werin dagirtin…
Eger wer nebe; ne bi ji dewletê payîn û ne jî bi tenê boykotkirina saziyên wê, Kurd nikanin kevirekî nû deynin ser ê heyî. Îro li Bakur pirr saziyên civakî, bi taybetî jî yên bona pêşxistina zimên û çandê hene; lê wer xuya ye ku ew bê koordîne ne û gorî tu plan û bernameyeke giştî naxebitin. Her kes bi serê xwe ye û kê kanî çi bike, ew pêk tê!..
Di vir de mirov dikane zana, nivîskar, fêrmend û rewşenbîrên Kurd jî rexne bike. Her kes ketiye dû egoya xwe. Li ser meseleyên zimên niqaşê dikin, helbest û roman dinivîsin, fîlm çêdikin; lê bona perwerdekirina xelkê û pêşxistina saziyên civakî qet xwe nalivînin. An jî bona di saziyên dewletê de cihekî bigirin, bi hevdu re dikevin pêşbirkê. Şûna ku sewa siberoja civakê pêşengiyê bikin; mîna ku ne ji vî xelkî ne, ji dûr ve li têkoşîna xelkê mêze dikin; ka wê mafekî bi dest bixin an na?!..
Her çiqas rewş wer belavele û lewaz xuya bike jî, li her qadên civakî ji bo pêşxistina destketiyên neteweyî, mayîndekirina nirxên Kurdî û gîhiştina jiyaneke kurdewarî potansiyela ku derketiye holê ne hindik e. Tenê di armancê de zelalî, plansazî û koordînasyoneke giştî û bi hev re tevgerbûna dînamîkên civakî giştan bi hev re divê.
Xebata saziyan, hewldanên siyasetmedaran, çalakiyên xelkê û xwe tevlîkirina rewşenbîran bi hev re wê vî barî bigihîne hedefê.
Helbet berî her tiştî bixwebaweriyek, ferasetek û motîvasyoneke ji bo avakirina jiyaneke alternatîf lazim e. Bona moralê jî pêşketinên li her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî xebatên civakî yên li Rojava, ma ne bes e?!.
Ji dewletê nepên a xwe bi pêşxin!
Pirsgirêk him bi siyasî him jî civakî êdî Kurdistanî ye û wer xuya ye ku çareserî jî wê Kurdistanî be… Kevir û kuçên pergala siyasî ya Rojhilata Navîn jî êdî bêyî Kurdan û vîna wan nayên ser hev. Ji ber vê yekê îro hewldanên Kurdan, bi taybetî jî yên civakî divê ji her demê firehtir, kûrtir û piralî be..