Pirtûka ku bi cureya romanê hatiye nivîsandin, nivîskar bui zimanê xwe yê sade û têr bi biwêjên Kurdî me wedixwîne şahidiya demekê. Roman behsa têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê dike. Nivîskar Evdirehîm bi romana xwe ve ji bo nifşên nû êş û azarên duh hatine jiyîn û hê jî berdewam dikin bi zimanekî herikbar vedibêje. Di romanê de ne tenê êş û azar her wiha dilêrî û şadiyên gel jî hene. Belê êş û zar, keyf û şahî li ser vê erdnîgariya em li ser dijîn ku malzaroka mirovahiyê ye têgînên ku wekî şev û rojê ne ji hev naqetin û ev têgîn bi awayekî zindî û rasteqîn tên jiyîn.

Têkoşîna rizgariyê
Pirtûk behsa têkoşîna xwerizgarkirina ji êş û azaran dike, beha bedelên ku di vê riyê de hatine dayîn û tên dayîn dike. Romana Evdirehîm bi me dide fêmkiirn ku ji bo kêliyeke şahiyê çi têkoşînên mezin tên dayîn û bê çawa mantalîteya qirker ji bo ku xweziya şahiyê di qirikan de zuha bike çawa tevdigerin. Belê pirtûk bi van aliyên xwe ye bi zimaneke rasyonel behsa dîrokeke domdar û hêj neqediyaye dike.
'Jînek Berxwedêr' mîna belgeya têkoşîna vî sih salên dawîn e. Her Kurdek dê parçeyeke ji jiyana xwe di vê romanê de bibîne. Ev roman di esasê xwe de wekî neynikekê hemû pêvajoyên ku hatine jiyîn bi zimanekî wêjeyî nîşanî mirovan dide. Mirov bi dimênên vê neynikê carcaran dê xemgîn bibin û carcaran jî ew ê bi wêrekiya wan lehengan serblind bibin û carnajî ew ê bi îxanetê hêr bibin.

Devran Evdirehîm kiye?

Nivîskar Dewran Evdirehîm di sala 1982'yan de li gundê Hesena yê bi ser Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li gund û navçeyê, lîseyê j îli Amedê xwend. Biqasî sal û nîvekê li Navenda Çanda Mezopotamyaya Edeneyê di nav xebatên çand û hunerî de cih girt. Ji berk u daxwaza perwedeya zimanê zikmakî kir ji zanîngehê hat dûrxistin. Di sala 2002'yan de tevli refên Tevgera Azadiyê bû. Di dawiya 2005'an de li Mêrsînê hat girtin. 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birin. Li gelek girtîgehan ma. Hê jî li Girtîgeha Otluya Erziromê girtî ye. "Jînek Berxwedêr" yekemîn berhema nivîskar e.

REMEZAN OLÇEN / DÎHA/AMED