Ji dijminatiyê wêdetir…
Gerîlayê HPGê Egîd Îpek 23ʼê Gulana 2017an li gundê Xelasor a Dersimê şehîd bû. Dewleta Tirk a dijminê sondxwarî ya gelê Kurd e, cenazeyê Egîd bi postê ji malbata wî re şand.
Cenaze 3 sal bûn di destê dewletê de bû. 2ʼê Adarê da posteyê û şand ji malbatê re.
Cenaze weke pakêt hat şandin û gihişt destê malbatê.
Malbatê cenazeyê xwe li gundê Tiziyan ê Mêrdînê veşart.
Kongreya Civaka Demokratîk KCDê der barê vê hovîtiyê de daxuyaniyek da û got, di şerên herî hov de rêz û hurmet ji bo miriyan hebû…Dijminatî û nijadperestî jî sînorekî xwe heye. Ti bîr û bawerî an jî çand dijminatiyeke wisa qebûl nake.
Tevî ku bedena zarokên me tê parçekirin, em û gelê xwe bi salane doza aştî û demokrasiyê dikin û ji bo vê me bedêlên mezin, lê li hemberî yên para xwe mirovatiyê qet negirtine hene. Em vê kirina li derveyî mirovahiyê, em ji wijdanê mirovahiyê, baweriyan, rêxistinên mafê mirovan û civaka navneteweyî re dihêlin. AMED