Yek ji mînaka şanoya epîk ya herî girîng, lîstika Bertolt Brecht, behsa Elmanyaya Naziyan ya di salên 1930´î de dike, ji navê vê yê Elmanî "Furcht und Elend des Dritten Reiches / Tirs û Jariya Împaratoriya 3." ji aliyê ekîba şanoya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Teatra Jiyana Nû ve bi Kurdî weke ‘’Tirsa Fuhrer’’ hat wergerandin. Divê lîstikê de behsa çîroka bidestxistina desthilatdariya Hitler tê kirin. Derhênera alîkar a lîstikê Rûgeş Kirici axivî li ser rastiyên di lîstikê de ku Elmanyaya Hitler dişibînin Tirkiyeya îro. 


‘Hewar e, ev jî qewimî!’

Rûgeş Kiriciyê got, lîstik bandorên faşîzmê yên li ser mirovên ji beşên civakê yên cûr bi cûr nîşan dide û weha peyivî: "Em dizanin ku faşîzm li her derê dunyayê eynî ye. Mesela tiştên li Tirkiyê di demên dawî de têne serê akademisyenan, nivîskaran, hunermendan û her warê civakê, me yek bi yek di lîstikê de jî dîtin. Rojên piştî provayan me 'Hewar e ev jî qewimî!' digot".


Zehmetiyên lîstina vegotina epîk

Rugeş Kiriciyê weke sedema tercîhkirina lîstikê jî îşaret bi nêzîkbûna lîstikê û rastiya Tirkiyê kir û weha dewam kir: "Em fikirin me ji xwe pirsî gelo em ê çawa bibin bersiveke herî estetîk ji bo bûyerên li ber çawên me, û me lîstika Bertolt Brecht neqand.’’ Rugeş Kirici il ser zehmetiyên lîstikê jî got, koma wan ji deh kesan nikare bi hêsanî li ser şanoya Brecht bixebite, lewma vegotina wî cuda ye: "Brecht xwediyê vegotineke epîk e û dema tu dixwazî dest bidiyê, tu ditirsî û lêdipirsî gelo ez ê karibim heqê wê bidimê?"


'Faşîzm li Tirkiyeyê mumkin e'

Li ser naveroka şanoyê Rûgeş Kiriciyê îşaret bi wekhevbûna rewşa faşîzma serdema Hitler û ya Tirkiyey îro kir û weha peyivî: "Divê em bi bîr bînin ku Hitler jî bi hilbijartinan û soza demokrasiyê hatibû desthilatdariyê. Em pê nizanin ka di vê sedsala me de komkujiyên faşîzmê dê çawa bêne nivîsandin. Derdê me jî helbet ew bû ku em piçekî destê xwe bidin evê. Em dizanin ku bi lîstikekê nayê çareserkirin. Lê qet nebe, em dizanin ka huner çawa dide lêpirsînkirin."


'Teatra Jiyana Nû mektebek e’

Rugeş Kiriciyê ji bo Teatra Jiyana Nû ya sala 1991'ê bi vekirina NÇM'ê re des pê kiriye got: "Teatra Jiyana Nû di dîroka Kurdan de li metropolên Tirkiyê û li Kurdistanê destpêka şanoya Kurdî ye, ji ber vê jî peywireke gelekî mezin a dîrokî heye. Îro her kesê ku şanoya Kurdî dike, ji sehneya Teatra Jiyana Nû derbas bûye. Teatra Jiyana Nû di heman demê de mektebek e. Di lîstika ‘Tirsa Fuhrer’ de ji kareografiya listikê bigrin heta derhênerî, her kes di atolyeya Teatra Jiyana Nû de gihiştiye."

Lîstik dê 29'ê Nîsanê saet 17.00´an wê li Şanoya Hunerê ya Êlihê û 14'ê Gulanê saet 20.00'an jî li Stenbolê li Navenda Çanda Bajêr a Şişliyê derkeve pêşberî  şanohezan. 


 JINHA / STENBOL