EGÎD EREN/STUTTGART

Ne Kirmanckî, ne Kurmancî, ne Rûmî, ne Ermenîkî, ne Suroyo, divê ev ziman bi ti awayî neyên jibîrkirin. Dema ev nebe, mirov şikestekê dixwe. Ziman, nasname û kesayetî hemû girêdayî hev in. Dema yek ji wan diçe, mirov bê kesayetî dimîne û tine dibe.

Li navenda bajarê Heilbronnê em berê xwe didin malekê ku pêşiyên wê bi zor ji qirrkirinekê filitîne. Li nava bajêr em di ber meydanekê re dibuhurin ku berê lê Sînagogeke mezin hebû. Li ser rêya me Devrîm Kavalli dipirse, “Tu dixwazî bi çi zanibî?” Min, a xwe got, “Em dixwazin te û albûma te a bi navê Dal Dala nas bikin.“

Em diçin kafeyeke endamên diyasporaya Ermenî ne ku xwediyên wê nifşê sêyem in. Seta Mayrik, Sarkis Dayday, keça wan ku xwediya kafeyê Armine me bi kêf û dilgermî dihewînin. Devrîm Kavalli jî pê re dest bi vegotina serpêhatiya xwe kir. Malbata wê ya Elewî ji Dêrsimê ye, lê ew li Elmanyayê ji dayik bûye û mezin bûye. Ev 20 sal in ku tevî malbata xwe ya piçûk li Heilbronnê dimîne.

Kavalli dema ku bi mîstîzmeke leylanî behsa binemala xwe dike, dibêje ew ji ocaxa Aguiçenan e: “Jehrê tesîr li bavkalên me nedikir. Ji ber wê jî navê Aguiçen li wan hatiye kirin.” Kavalli dibêje dayika wê ji Elewiyên Tirk ên Dîvrîgiya Sêwasê ye, bavê wê jî Kurd e. Dibêje nasname bi serê xwe diyarker nebe jî ji bo çi ew qîmet bi nasnameyê dide wiha rave dike: “Dayika min çiqasî Tirk be, dibe ku ewqasî jî Ermenî û Rûm be. Ji me re dibêjin, Kurdên ji Xoresanê. Nasname ji bo min ne girîng e lê li welatên ku nasname li wan tên tinekirin, weke welatê me xwedîderketina li wan, parastina wan ji bo wan kesan ku dibêjin ew li cem mezlûman in, wezîfeyeke bivênevê ye. Ji ber vê yekê Kurdbûn, Ermenîbûn yan jî Rûm û Suryanî bûn, dibin xwedî qîmeteke bilind.”

Ji bo ku fikra li pey vê yekê rave bike jî van îfadeyan bi kar tîne: “Em hemû kulîlkeke, rengekî van erdan in. Vê zêhniyeta tarî Ermenî û Suryanî ji welatê wan kirin. Siyaseteke serketî ya Tirk-Osmaniyan bû, yên ku pê xapiyan, niha kul û derdê wê dikişînin. Engîn, min biryar da ku ez xwedî li aliyê xwe yê mezlûm derkevim.

Ez dizanim ku karekî zehmet e, lê gazinan jê nakim. Ez dizanim ku di malbatê de Tirk û Kurd tevlî hev in. Muhtemel e ku Ermenî, Rûm jî hebin.”

Şoreş û muzîk

Li ser destpêka serpêhatiya xwe ya muzîkê jî, Devrîm ji malbata xwe dest bi bersivê dike: “Dayika min pirr xweş stranan dibêje, apê min di dema xwe de yek ji baştirîn baxlemevanan bûye. Em Elewî ne, pê re muzîk, tembûr, çanda dîwana aşiqan tê bîra mirovî. Em hewl didin vê bidin zarokên xwe jî. Bi saz û muzîka xwe em ê çanda xwe û qenciyê li dinyayê bihêlin.

Hevalekî min ê muzîkjen û sazbend Mahîr, rojekê di dema konserekê de ji min re got, bê saz û muzîkê şoreş nabe. Tercîha min bû ew ku ez bi muzîkê şoreşê bikim.

Venge Yeno

Ji zarokatiya min ve muzîk di hinavên min de ye. Yek ji stranên destpêkê yên ez fêr bûyî ji Dêrsima dilê min bû, bi Kirmanckî bû:

Venge yeno venge yeno

Koo serde venge yeno

Urze şîme hevalê mi

Koo serde venge yeno

Dayê dayê dayê dayê

Felek de maro nêzon cayê

Hardê Dersim hardê mao

Dismêyamo nêzon caye

Bra bra bra bra

Bra gonya mi de tora

Koo serde venge yeno

Urze şîmê koo sera

Ev stran behsa xewneke gerîla dike. Ez di gelek konseran de vê zêmarê dibêjim. Gotina bi Kirmanckî bi min xweş e. Ji dilê min tê.”

Bi stranan zarokên xwe fêrî Kurdî dikim

Devrîm paşê fêrî Kurdî bûye û zimanê xwe fêrî zarokên xwe jî dike, “Ez ne ku tenê fêr dibim. Ez di heman demê de bi gotina stranan hewl didim zarokên xwe jî fêrî zimên bikim. Bi stranê mirov herî baş fêrî zimanekî dibe. Jixwe, bi vî rengî ez fêrî Ermenîkî jî bûm.”

Devrîm bi stranan fêrî zimanan dibe û dibêje, “Armanca min ew e ku van zimanan bi zarokên xwe re fêr bibim.” Girîngiya van zimanan jî wiha îfade dike: “Dema ziman bê jibîrkirin çand jî tê jibîrkirin. Ji ber vê yekê, ne Kirmanckî, ne Kurmancî, ne Rûmî, ne Ermenîkî, ne Suroyo, divê ev ziman bi ti awayî neyên jibîrkirin. Dema ev nebe, mirov şikestekê dixwe. Ziman, nasname û kesayetî hemû girêdayî hev in. Dema yek ji wan diçe, mirov bê kesayetî dimîne û tine dibe.”

Dal Dala yan jî lorandina piştî qirkirinê

Albûma Devrîm a bi navê Daldala beriya bi 3 salan di salvegera 100´î a qirrkirina Ermenî, Suryanî û xeyrî Mislimên li Împeretoriya Osmanî de derçû. Ji ber wê jî albûmeke dengê xem û kederê ye. Çima? Devrîm wiha rave dike: „Ev erdên bi ax û wax in Engîn. Heta ku ev erd bi meseleya qirrkirinê re rûbirû nebin, ev axa çûyiyan û paşiyên wan wê bimîne… Qirrkirin bi rengekî ji rengan dewam dike. Bi ya min cihê stranên bi hereket û coş nebû. Formata albûmên paşê wê guhertî be. Lê ev albûm albûma wicdan û dilê min bû.

Li konseran xemeke min nîne ku mirovan tetmîn bikim, wan bigirînim. Ez çima bi gelek zimana stranan dibêjim? Ji ber ku ez dixwazim çandên cihê yên li cografyaya me vebêjim, pê re jî parve bikim.”

Li ser pirsa ka gelo albûmeke nû wê hebe yan na jî, bi sebra xwe, Devrîm dibêje, “Albûma nû xweş dem digire û tê. Dibe ku hinekî wext lê biçe. Dîsa wê motîfên bi naveroka civakî tê de cihê xwe bigirin. Lê herçî rîtm û amûrên mûzîkê ne, ew guhertî ne. Ez xebatên xwe ne ji bo ku bifiroşim hildiberînim. Ez ji bo ku bibe melhemek ji êşan re vê dikim. Wisa ji dilê min tê. Ew albûma yekê hinekî jî albûma serhildana di hinavên min de bû. Keça min Ani Sarin jî bi vî rengî hingê di zikê min de bû, fêrî gelek tiştan bû, wê zaroka min a piçûk jî alîkariyeke gelekî mezin kir.”

Reaksiyonên ji bo albûma hingê jî ku herî zêde ew razî kirî wiha ye: “guhdareke min hebû, min telefonî wê kir, min pirsî, ka te diyariya xwe eciband? Min got ez 70 saliya te pîroz bikim. Hingê em herdu jî giriyan. Wê got, ´Sarkiz Çerkezyan hosteyê min bû. Te ez bi dengê hosteyê min re anîm cem hev.´ Ha ev dere cihê ku ez dixwazim bigihînimê. Û ev tişteke ku bi pereyan nikare bê kirrîn.”

Nasnameya albûmê

Derhênerê hunerî: Sezar Avedikyan

Derhêner, duduk, duduka bas: Ozcan Gul

Gîtara klasîk/akustîk, kopuz: Emre Ay

bilûr: Serkan Yildirim

Kemaça klasîk, tembur: Adem Tosunoglu,

Kemaça Derya Reş: Selim Bolukbaşi

Bendir, dahol: Ersin Killik

Perkusyon: Yaşar Erdogan

Akustîk, bas gîtara elektro: Onur Kemer

Saza dîwanê, çoğur, şelpe, tar: Okan Pehlivan

Klarnet: Caner Malkoç

Mastering: Cem Büyükuzun

Tomar Mix: Ozan Sarisaltikoglu

Çêker: Nilufer Saltik û Hasan Saltik.

Z / KALAN