Îro çend roj e, em li Kurdistana Başûr in. Li Duhokê, şahiyeke hunerî destpê kiriye û bi coşeke mezin ve didome. Ew şahî, „Yekemîn Fîlmfestîvala Duhokê ya Navnetewî“ ye. Her çiqas heya niha li çend cihên Kurdistana Başûr rojên taybet, şahî, mihrican û hwd hatibin çêkirin jî, gorî çavdêriya min, vê gavê li Duhokê guherîneke hêja pêk tê û bi vî xebatê ve, rê ya serdemeke nû vedibe. Bi vî rengî, „Yekemîn Fîlmfestîvala Duhokê ya Navnetewî“ dibe qonaxeke tekildariya gelê Kurd ên Başûr û hunera dinyayê jî... Lê belê ev mihrican, heke salên tê jî bi xebateke baş ve were domandin, bawerim di paşeroja Kurdistana rengîn de, li ser tevahî gelê Kurd jî, di milê hunerê de bandoreke baş datîne. Emê wiya bibînin...
Ji ber yekemîn buyîna vê mihrîcanê, ez dixwazim hinekî li ser bisekinim, ji nêz ve lê binerîm, li ser rawestim û di milên erenî û neyînî tev da binirxînim.  Ji ber ku di dîroka Kurdistan’ê de karên pêşîn gelek in, ev jî ji wan yek kareke pêşîn e.
Mihrîcan bi alikariya hikûmeta herêmî pêk tê. Gelek sazî û dezgehên sivîl jî, kargeh û komela ya civakî jî di nav da ne, lê alîkarî ya herî mezin ya hikûmetê ye. Ev şêwaz, di welatên din de jî heye û normal e. Berpirsiyartiya mihrîcanê jî Komelgaha Dezgehê Sînema ya Duhokê dike. Berpirsiyarê ve dezgehê Adil Hesen, gelek girîngî dide ser vê yekê û bi baldar xwedîmaliyeke baş dimeşîne ji bo derhêner, rojnameger û tevahiya mêvanan. Li Bakûr gelek car me wisa mêvanên navdar ya biyanî dîtibûn, lê ji bo Duhok ev ceribandin hê girîng e, di heman demê de jî pê elimîna navnetewîbûnê ye. Ji ber wê, wek xebateke yekemîn, li gorî min Duhok azmûneke baş derbas dike.
Di nav vê xebatê de kadro yên herî bitecrûbe, rêxistinkar Mîtosfilm û kadroya wê ne. Mitosfilm li Ewropa kar dike, ji bo vê mihricanê jî wek berpirsiyarên rêxistinî û tekildariyê bi peywir e. Li gorî berdevkê ve saziyê Mehmet Aktaş, ev mihrican ji bo başurê Kurdistan wê bibe şemugek. Ew şemug, him ji bo hunermendên Kurd, him jî ji bo hunermendên dinyayê hevnasînek pêk bîne.  Ji wê şunde jî êdî bar dimîne ser qabîliyeta sinemageran.
Çend çavdêrî jî li ser bi rêvebirina mihricanê parve bikim: Mihrican, di nava Zanîngeha Duhokê de didome. Cih, wek saloneke gewre, mezin, lûks û bi hişmet e. Lê em bêjin yekî biyanî li dêrî têkeve hundir, ji bo qeydê, ji bo pêdivîyeke cuda, di demê de nikare kesên peywirdar bibîne.  Xêynî wê, mêvanên biyanî gelek in, lê yên ku li dinyayê bi nav û deng bûne hinekî kêm in. Mihrîcan navnetewî ye, lê filîmên derhênarên Kurd zêdetirî ya bernameyê digire.
Min li vir dît ku, temaşevanî jî kareke fêrbûnê ye. Temaşevanên Duhok, hê temaşevanî neelimî ne. Çi ku heta niha li Duhok salona sînemayê neşixuliye. Hin caran di nava temaşekirina fîlman da dengê telefonan tê û hin temaşevan deng nagirin, ewqas jî na, ji axaftina xwe ya telefonê jî tawîz nadin. Carinan di milekî de dengê filmê, di milekî de dengê axaftina temaşevanan tev li hev dibin. Lê bi her tiştê xwe ve, kêmasî û erenîbûna xwe ve „Yekemîn Fîlmfestîvala Duhokê ya Navnetewî“ destpêkeke nû nîşan dide û ev destpêk bi xwe pîrozîyek e. Mizginiya pêşketin û serkeftina sînema ya Kurdistan a Başûr e.
Demeke dirêjê, li Amedê jî xebateke mihrîcana sînameyê ya navnetewî destpêkirî ye. Ew xebat jî hê amadekariya roja mihricanê ve didome û ez bawerim festîvala Duhok, bi kêmasî û xeletiyên xwe ve, bi xebatsazî û pergala xwe ve, bi tekilî û karên erenî ya xwe ve, ceribandineke balkêş bibe ji bo Amedê. Jixwe di serî de xebatkarê festîvala Duhokê, berpirsiyarê filmên dinyayê Omer Torî, gelek xebatkar ji bo serkeftina Amedê jî wê alîkarî bidin. Avana tev, ji bo nasîna sînema ya dinyayê, ji bo gelê Kurd, xewn û xeyalên wan, hê berhemên xweşik û afirandî bîne holê.