´PKK ji lîsteyê derînin´
Mîhrîcan bi koroya zarokan destpê kir. Koroya Zarokan stranên xwe yên herî navdar ên Kurdî gotin. Axaftina vekirinê jî hevseroka NAV-DEM’ê Yuksel Koç kir. Koç bang li gelê Kurd kir ku bi gelê Şengalê re bikeve piştevaniyê û got: “Bila her kes bizane ku gelê Kurd dest ji statuya xwe bernade.Têkoşîna gelê Kurd ji çareseriyê re pêşengiyê dike. Ev têkoşîn a hemû gelên Rojhilata Navîn e. Koç diyar kir ku bi taybet piştî berxwedana Şengal û Mexmûrê hat nîqaşkirin ku PKK divê ji lîsteya terorê bê derxistin.’’
Rojnameya Ozgûr Polîtîka
Kon û standên li qada mîhrîcanê hatine vekirin bal kişandin. Di konan de hunera dengbêjiyê hat zindîkirin û hema li rex kon jî kaniyek bi navê ‘Kaniya Yado’ hat avakirin. Yenî Ozgur Polîtîkayê starta kampanyaya abonetiyê da destpêkirin û jinên Kurd jî di standên xwe de motîfên çandî derxistin pêş. Her wiha standên pirtûkan jî gelek zêde bûn û gelek kesên ji welatên din hatibûn bi xizmên xwe re hatin cem hev û li qadê rûniştin.Organîzasyonê Elewî, Êzîdî û Misliman jî di mîhrîcanê de cih digirin û li rex sahneya mezin a biçûk jî ji bo hunermendên herêmî hat vekirin. Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade derket ser dikê û da zanîn ku têkoşîna azadiya Kurd dê bi ser bikeve û Kemalîzade berxwedana gerîla YPG’ê silav kir. Piştî Kemalîzade ciwanên ku bi rojan bû dimeşiyan derketin ser dikê. Nêzî 100 ciwan tevlî meşê bûbûn.
´Emê Şengal ava bikin´
Piştî Koma Berxwedan a mohra xwe li 25 salên dawî yê cîhana hunera Kurd xist stranên xwe pêşkeşkirin, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim xîtabî girseyê kir û wiha got: “Şoreşa Rojava tiştên ku şaş hatine nivîsandin di dîrokê de li ser gelê Kurd sererast dike û pergalek nû ji bo gelan ava dike. Ev têkoşîna Rojava ya hemû gelê Kurd e. Doza me doza mirovahiyê ye.” Muslim diyar kir ku dê gelê Êzidî carek din rastî komkujiyê hat lê hêzên wan bi hawara gelê Şengalê çû. Li Şengalê kêr gihiştibû hestî. Şengal êdî ceneta me ye. Emê Şengala xwe ava bikin û ev êrîş ne tenê li hemberî Şengalê pêk hatiye, di heman demê de li hemberî hemû gelê Kurd pêk hatiye."
´Em statuyê dixwazin´
Hevserokê Federasyona Êzidiyan a Ewropa Alî Atalan, jî diyar kir ku gelê Kurd bi xwedîderkeftina li Şengalê da diyar kirin ku tu hêz nikare gelê Kurd têk bibe û wiha got: “Em weke federasyona Êzîdiyan dixwazin ku hê bêhtir xwedî li gelê Êzîdî were derketin. Armanca me azadkirina Şengalê ye. Divê em hêza Şengalê zêde bikin û divê em fermana 73’an bi cîhanê bidin qebûlkirin. Em weke Êzîdî ji niha û şûnde bê statû jiyanê qebûl nakin em statuya xwe dixwazin.”
Di bernameya çandî de gelek hunermendan sitranên xwe gotin.
DUSSELDORF