Li ser encamên hibijartinên Tirkiyeyê di daxuyaniya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) de hate gotin ku divê li Tirkiyeyê nêrînên cuda werin temsîlkirin û demokrasî bê xurtkirin.
Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinan de weke serokkomar hate hilbijartin jî, heta vê kêliyê jî Serokê DYE Donald Trump heta niha ji bo pîrozkirinê li Erdogan negeriyaye.
Hurmetê nîşanî nêrînên cuda û demokrasiyê bide
Lê belê di daxuyaniya Qesra Spî de hate ragihandin ku ji bo Trump û Erdogan bi rêya telefonê bi hev re biaxivin, hewldan hene. Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders got, ew alîgir in ku ‘pirsgirêkên têkiliyên her du aliyan’ bên çareserkirin.
Wezareta Karên Derve ya DYE jî ji Tirkiyeyê xwest ku hurmetê nîşanî nêrînên cuda û demokrasiyê bide. Balkêş e ku di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de pîrozbahî li Erdogan û AKP’ê nehatiye kirin.
Ji bo xurtkirina demokrasiyê bang
Berdevkekî wezaretê ji AFP’ê re axivî û got, Erdogan jî di nav de ew dixwazin hemû nêrînên cuda yên li welêt ên hatin hilbijartin bên temsîlkirin. Berdevk ji bo xurtkirina demokrasiyê bang kir.
DYE û Tirkiye bi taybetî li ser polîtîkaya êrîşê ya li dijî Rojava, têkoşîna li dijî DAÎŞ‘ê, radestkirina Fethûllah Gulen û oldarê Xiristiyan ê li Tirkiyeyê dîl hatiye girtin, di gelek mijaran de li hev nakin.
WASHINGTON