Li seranserê cîhanê Kurdistan ji aliyê çand, kevneşopî, cejn, şahî û pîrozbahiyên cihereng ve bê mînak e. Her şaristaniya şax vedaye û mezin bûye li pey xwe şopên berbiçav hiştine. Tevî hemû talana hêzên dagirker, mêtîngeran, polîtîkayên dehên salan ên asîmilasyonê û tevkujiyên çandî jî di jiyana rojane, çanda qedîm a Mezopotamya zindî ye. Ji dîroka kevnar û rengîniya jiyana li Kurdistanê yek bi yek rojên hefteyê, meh û demsal ji her erdnîgariya cîhanê bêhtir wate li wan hatine barkirin. 

Nexasim jî sersal xwedî wateyeke girîng e. Tevî sersala ku di dema me de ji aliyê cîhanê ve li gor salnameyên mîladî û hîcrî tên qebûl kirin li Kurdistanê bi çend rengên cuda jî sersal tên pîroz kirin. Mînak Kurd Newrozê mîna sersalê pîroz dikin. Asûrî Sûryanî 1'ê Nîsanê mîna roja afirandinê dibînin û pîroz dikin. Dîsa Kurdên Êzîdî ji bilî Newrozê wateya sersalê an destpêka jiyanê didin Cejna Êzî. Jiyana resen a li Kurdistanê tije rojên watedar ên dibin mînaka hevkarî, parvekirina gelan e. Lê belê polîtîkayên taybet, dagirkerî, mêtîngeriyê hewl daye vê çandê talan bike, ji cewher bixe û bide ji bîr kirin. 

Me mîna PolîtîkART jî li dij vê siyaseta dagirkeran careke din bibîrxistina kevneşopiyên li Kurdistanê û bi taybetî wateya sersalê hejmareke têr û tije amade kir. Bi hêviya hevdîtina di hejmareke din a bi mijarên balkêş...