Aldar Xelîl: Ji bo ku em hebûna xwe dewam bikin û ji bo em dijminên xwe têk bibin, tiştekî girîng heye; şikandina tecrîdkirina rêber Ocalan. Serkeftina dawîn ku Efrîn rizgar bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Li bajarê Hesekê, doh şahiya Newroza 2019`an bi dirûşma “Bi ruhê Newrozê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin” bi rê ve çû.

Piştî ku şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe da cihê şahiyê li Stada Beledî ya bajêr, şahiya Newroza 2019`an bi sirûda “Ey Reqîb” dest pê kir.

Paşê dayikên şehîdan agirê Newrozê pê xist. Li cihê şahiyê wêneyên şehîdan, alên YPJ/YPG û QSD’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine daliqandin.

Paşê nirxandinên Ocalan ên ji bo Newrozê hatin xwendin.

   

Piştre jî, berpirsê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl axivî. Aldar Xelîl got, berxwedana Ocalan û girtiyên di zindanan de mînaka şikandina tecrîdê ye. Wî her wiha destnîşan kir ku serketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rizgarkirina Efrînê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê temam bibe.

Aldar Xelîl Newroz li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şehîdên ku ji bo azadiyê, rizgarkirina gelê herêmê û jiyana hevbeş canê xwe feda kirine, gelê Efrînê yê berxwedêr li Şehbayê, şervanên YPJ/YPG û QSD`ê pîroz kir.

Şehîd Zulkuf mînaka şikandina tecrîdê ye

Aldar Xelîl berxwedana Ocalan a li girava Îmraliyê, girtiyên di zindanan de ku tecrîdkirina Ocalan bi rêya çalakiyên greva birçîbûnê red dikin, silav kir û got, şehîd Zulkuf Gezen bû mînaka şikandina tecrîdkirina Ocalan.

Aldar Xelîl di axaftina xwe de diyar kir ku rizgarkirina Baxozê mînaka bidawîkirina zilm û tarîtiyê li tevahî cîhanê û bi taybetî li Sûriyê ye, berdewama serkeftina Kobanê ye û wiha peyivî: “Serkeftina dawîn ku Efrîn rizgar bibe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.”

Pêwîstiya me bi yekîtiyê heye

Aldar Xelîl destnîşan kir ku hindek kes hene hewl didin projeya demokratîk têk bibin û ev tişt bi lêv kir: “Berxwedana gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li Rojava didome. Ji bo parastina destketiyan, rizgarkirina Efrînê û avakirina sîstemeke demokratîk pêwîstiya me bi yekitiyê heye.”

Aldar Xelîl diyar kir ku dijmin di şexsê Ocalan de projeya demokratîk dike hedef û wiha pê de çû: “Ji bo ku em hebûna xwe dewam bikin û ji bo em dijminên xwe têk bibin, tiştekî girîng heye; şikandina tecrîdkirina rêber Ocalan. Ji ber ku bi hebûna tecrîdê destketiyên me dê biçin û gefên li dijî wan dê zêde bibin.”

Her wiha Aldar Xelîl teqez kir ku parastina şoreşê ji gel tê xwestin ku destekê bidin Leyla Guven û tecrîdê bişikîne.

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Diplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl di dawiyê de got, divê Efrîn rizgar bibe, gelê Efrînê 58 rojan li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da, di encama wê de hezar û 500 kes şehîd bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rast e, Efrîn hatiye dagirkirin, lê em ê dagirkerên ku li dijî gelê me komkujî kirin, derxin. Serketin a me ye.”

 

 ANHA / HESEKÊ