Çêkirina tembûran ji sinhetekî û wê de, hunerek e. Ji ber ku kesê tembûrekê çêdike, ne tenê pişpişeyê karê xwe, hosteyê birrîna daran, bihevvekirina destik û kodikên tembûran e. Ew di heman demê de ji dengê tembûra çêdike jî divê fêm bike, divê karibe wê tembûra çêkirî bi ceribîne û bipeyivîne. Biqasî mîrekî tembûrê, ew jî mîrekî tembûrê be.
Yek ji van hostekarên çêkirina tembûran jî Memo Îbrahîm e. Wî 25 salan li Efrîn û helebê tembûr çêkirin û niha vî pîşeyê xwe li Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê dewam dike. Memo ne tenê karê çêkirina tembûran dike, ew li çend amûrên muzîkê jî dixe.
Tembûrvan û hostekar e
Teq û reqa Memo Îbrahîm ê hostayê çêkirina tembûran di dukana teng û tarî de bi dawî nabe, ev 25 sal in ku ew tembûran çêdike û hin amûrên din jî nû û temîr dike.
Memo Îbrahîm beriya ku bibe hostekar di çêkirina tembûran de ew sazvanekî naskirî bû li Efrînê. Evîna wî ya tembûrê ew kir hostekarekî naskirî li bajarê Efrîn û Helebê.
Memo bi girîngî behsa muzikê di jiyana Kurdan de dike û dibêje, hêviya wî ew e ku li Hewlêrê kargehên taybet ên çêkirina tembûran vebin.
HEWLÊR