Her du meclîs derbarê mijarê de li navenda Meclisa Êlên Kurdî ya li Amûdê civînek daxuyaniyek dan.

Di civîna ku endamên Meclîsa Êlên Kurdî û Meclîsa  Rûsipiyên Bajarê Hesekê amade bûn de, Berdevkê Meclîsa Rûsipiyên Bajarê Hesekê Iyad Mehemd El- Dexîl, Endamê Meclîsa Êlên Kurdî Fehed Deqorî û Abdîn Fayiz Bedirxan axivîn.


Hinek dixwazin tevlîheviyê derxin

Piştî deqeyek rêzgirtinê Fehed Deqorî axivî û diyar kir ku bûyerên li Qamişlo qewimîn gelekî bi êş bûn lewre jî ew wekî êlên Kurd û Ereb ketine nava hewldanan. Fehed Deqorî hewldanên xwe jî wiha vegotin: “Wekî êlên Kurd û Ereb ji erka me ye ku em van êrîşan bidin sekinandin. Me destpêkê bi rêveberiya siyasî ya rejîma Suriyeyê re hevdîtin pêk anî. Piştî hin nîqaşan, wan jî xwestin ku şer bê sekinandin. Paşê em bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re civiyan. Xwesteka wan jî ya sekinandina şer hebû. Ji ber ku hin kesan xwestin di nava me de tevliheviyan derbixin, lê em rê nadin ku tu caran bûyerên wekî van dûbare bibin.”

Piştre jî Abidîn Fayiz Bedirxan axivî û got: “Em tu caran cûdabûnê naxin navbera pêkhateyên li kantonê dijîn. Lewma me jî bi herdu aliyan re jî hevdîtin pêk anîn. Di encama van hevdîtinan de me gihaşt encamekê û şer hate rawestandin. Li Qamişlo rewş asayî bû.” Fayiz Bedirxan, ji hemû dezgehên ragihandinê hêvî kir ku ji bilî daxuyaniyên saziyên fermî, tu daxuyanî û gotinên din ên kesan nedin û wiha dom kir: “Ji ber ku ev axaftin di nva welatiyan de fitneyê û metirsiyê çêdikin.” 


AMÛDÊ