Dokumentera Tarîtiyê pêşangeha Osman qadir Ehmed e ku pê ji Enfalê heta bi Serêkaniyê komkujî û hewldanên qirkirina miletê Kurd nîşan dide. Pêşangeha li Silêmanê heta 20´ê Sibata 2020´an wê mêvanan bihewîne.
Belgefilma “Tarîtî” ya ji aliyê Osman Qadir Ehmed ve hatiye çêkirin, bi pêşandana gelek tabloyên li ser Enfal, Helebce, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, êş û azarên gelê Kurd bi bîr dixe.
Li Kargeha Cîgara ya Bajarê Silemaniyê, Pêşangeha Şêwekariyê bi navê “Dokumentera Tarîtî” ya ji aliyê Osman Qadir Ahmed ve hatiye çêkirin, di roja xwe ya heftan de berdewam dike.
Dokumentera Tarîtî ya 18’e Kanûnê dest pê kiriye, bi xêzkirin û neqişandina êşên Enfal, Helebce, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî çîroka serpêhatiya gelê Kurd vedibêje.
Di dokumentera Tarîtî de nêzî 30 tabloyên mezin, bi giştî 200 tablo têne pêşandan.
Li ber deriyê pêşangeha şêwekariyê ya tabloyan defterek ji bo welatiyan hatiye danîn, kesên dixwazin hestên xwe dinivîsînin.
Pêşangeha rastî eleqeyek mezin tê wê heta 18’ê Sibata 2020’an berdewam bike.
Osman Qadir Ahmed kî ye?
Sala 1962’yan li Silemaniyê ji dayik bûye. 1980 li Peymangeha Hunera Ciwan a Bajarê Silemaniyê beşa şêwekarî xwendiye. 1986’an berê xwe dide Îranê û li wir dikeve zindanê. Hunermend Osman piştî rizgar dibe, vedigere Herêma Kurdistanê. 1988’an şahidiya Enfal û Helebce dike. Kuştin, qetlîam û şewitandinê bi çavên dibîne û wê demê soz dide tiştên dîtiye, êş û azara gelê Kurd bi hemû cîhanê bide bihîstin. Hunermend li Enfal ji mirinê xilas dibe û piştre careke din berê xwe dide Îranê û li bajarê Seqizê dibe mamosteyê hunerî. Her wiha li Tahranê gelek pêşangehan vedike û tabloyên xwe nîşanî gel dide. (1988-89)
Osman Qadir di karê xwe yê hunerî de gavên mezin diavêje û heya Brîtanya diçe. Li wir mastir xilas dike û gelek peşangehên şêwakarî vedike. Hunermend Osman li Silêmaniyê jî gelek pêşangeh vekirine û bi berdewamkirina karê xwe yê şêwakariyê dixwaze dîroka gelê Kurd mayînde bike.
Hunermend Osman Qadir li ser tabloyên xwe hestê xwe ji Rojnews re parvekir. Osman Qadir got ku ew li gel van azaran dijî û hemû pêşangehên wî ji bo ji xelkê re bêje ‘ez li dijî cengê me’ vekiriye. Hunermend gelek caran çûye konferansên navneteweyî û behsa cengên li Kurdistanê kiriye.
ROJNEWS/SILÊMANIYÊ