PE bi aliyên xwe yên siyasî hemûyan di minaqeşeyên doh de hevdeng bû ji bo ku ji Komîsyona Ewrûpayê bixwaze mueyîdeyan li ser dewleta tirk ji ber dagirkeriya wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike.

Di minaqeşeyan de 2 xisûs derketin pêş, ya yekê ew bû ku dewleta Tirk bi dagirkeriyê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û ya diduyê jî ew bû ku bi êrişkariyê re jî wê gelek sûcên şer kirine.

Di daxwazên parlamenteran, ku di metna hevpar ya îro dikeve ber dengdanê de jî YE dixwaze Tirkiye pêşî, tavilê êrişên xwe yên li dijî QSD´ê li Bakurê Sûrî rawestîne û paşê jî ji erdên li Sûrî dagirkirî hemûyan vekişe.

 

BARIŞ BALSEÇER / STRASBOURG

Di Civata Giştî ya Parlamena Ewrûpayê (PE) de êrişa dewleta Tirk doh hat minaqeşekirin. Nûnerên komên siyasî yên di PE´yê hemû li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava fikrên xwe îfade kirin û ji bo ku metneke hevpar derkeve holê minaqeşe kirin. Li ser pêşnûma gelek koman û minaqeşeyên doh hatî kirin, îro wê li PE´yê dengdan hebe.

Di minaqeşeyan de tişta derketî pêş ew bû ku aliyên siyasî yên PE´yê hemfikr in li ser dagirkeriyê û binpêkirina hiqûqa navneteweyî; ji ber wê jî hat xwestin Ewrûpa li dijî siyaseta şer a dewleta Tirk bibe xwedî helwêst.

Li ser navê koma Xiristiyan Demokrat, parlamenter Christos Stylianides, bi bîr xist ku 200 hezar mirov ji ber êrişê koçber bûne, bêhtirî 200 sivîlî hatine qetilkirin û nabe ev bê qebûlkirin. Wî binpêkirinên din ên mafên mirovan û hiqûqa insanî jî bi bîrxistin û xwest bi awayekî lezgîn ceza li ser Tirkiyeyê bên ferzkirin.

Tirkiye neyê cezakirin wê dagirkeriyê bi dawî neke

Ji koma Keskan parlamenterê Danîmarkayî Nikolaj Villumsen jî got, Tirkiye siyaseteke şer li dijî gelê Kurd bi rêve dibe û xwest ji bo jinûveavakirina nirxên Ewrûpî YE li cem gelê Kurd cihê xwe bigire; li ser mueyîdeyên li dijî Tirkiyeyê jî wî got, ew ê destekê bidin metna hevpar.

Parlamenterê Çekî yê ji koma rastgir ID´yê Îvan David jî got, Kurdan li dijî DAIŞ´ê nirxên mirovahiyê parastin û got, ew ê destekê bidin cezayên aborî yên YE´yê li dijî Tirkiyeyê.

Li ser navê Koma Reformîst, parlamenterê Belçîkî Assati Kanko jî xwest meydana hewayî ya li Sûriyê li Tirkiyeyê bê girtin û bi awayekî lezgîn biryara cezakirina dewleta Tirk bê dayîn.

Parlamenterê Elman ê ji CDU´yê David Mc Allister ku ji koma herî mezin a PE´yê EPP´yê jî vekişandina eskerên Emerîkayê şermezar kir û xwest Tirkiye ji deverên dagir kirî vekişe.

Ji Koma Çep jî parlementera ji Swêdê Evîn Încîr jî got, heger mueyîde li ser dewleta Tirk neyên ferzkirin, ew ê ji erdên wê dagirkirî dernekeve.

Piştî van minaqeşeyên doh çav li rê ye ku metna hevpar a partiyan îro bikeve ber dengdanê.

Çîkolatayên bixwîn li Tirkan vegerandin

   

Parlamenterê PE´yê yê Îtalyan Angelo Ciocca di rûniştina doh de çalakiyeke balkêş kir. Wî qutiyeke çîkolatayan nîşan da ku heyeta Tirk dabû parlamenteran û got, “Ez hêvî dikim ku hevpîşeyên min hemû yên ku ev çîkolatayên di xwînê de dakirî wergirtine, wêrek bin û wan li xwediyê wan vegerînin.” Piştre çû cem heyeta Tirk û ev qutî avêt ser wan.

 
 

Tavilê eskerê xwe vekişîne

 

Li ser navên komên li Parlamena Ewrûpayê (PE) yên kesk, çepgir, lîberal, rastgir û xirîstiyan demokrat (EPP, S§D, Renew Europe, ID, Greens/EFA, ECR, GUE/NGL ev pêûşnûma biryar hat amadekirin.

Çar xalên sereke yên ku pêşnûma biryara Parlamena Ewrûpayê (PE) minaqeşe kir û îro jî dixe ber dengdanê li jêr in:

  • (PE) Bi hişkî destwerdana eskerî ya dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûrî rûreş dike ku ew jî binpêkirineke giran a hiqûqa navneteweyî ye, îstîqrar û ewlehiya temamê herêmê xira dike, bêhtir êş û azarê dide wî miletê jixwe ji ber şerî êşiyayî, dibe sedema koçberiya bi komî ya bi darê zorê û dibe ku rê li ber jinûvederketinaholê ya DAIŞ´ê veke; û DAIŞ jî li Sûrî, Tirkiye, li herêma firehtir, li Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û global hîna jî tehlûke ye li dijî ewlekariyê, ev destwerdana Tirkiyeyê di heman demê de gihandina alîkariya insanî jî asteng dike;
  • (PE) Bi israr bang li Tirkiyeyê dike da ku tavilê operasyona xwe ya eskerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û tevahiya hêzên xwe ji ser erdên Sûriyê vekişîne; (PE) bi ihtîmam îşaret bi wê yekê dike ku operasyona eskerî wê fikarên welêt (behsa Tirkiyeyê dike) ên ewlekariyê berteref neke; (PE) dixwaze ku bi temamî rêz bê girtin ji hiqûqa insanî re û di nava vê de parastina sivîlan û destûrdana serbestiya ji bo rêxistinên insanî yên cihî û navneteweyî jî heye;
  • (PE) Piştgiriya xwe îfade dike bi Kurdan û hemû xelkên din ên herêmê re; (PE) îşaret bi karê girîng ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dike, nexasim jî yên jinan, ku wan di şerê li dijî DAIŞ´ê de bire serî û (PE) careke din girîngiya azadî û mafên sivîl di bipêşvebirina jiyanan civakî, siyasî û çandî de li herêmên Sûrî yîn pirraniya serjimara wan Kurd;
  • (PE) Bang li Nûneriya Bilind a YE´yî ya Karên Derve dike da ku helwêsta YE´yê bigihîne rayedarên Tirk, û esasên bersiva xurt û berfireh a YE´yê ya ji bo vê krîzê; (PE) bi israr bang li (nûneiryê) dike da ku diyalogê bi rayedarên Tirk re dayne ji bo peydakirina çareseriyeke mayînde ji bo krîzê (û) bike ku rewş bi lez nerm bibe; (PE) bi îhtîmam îşaret bi wê yekê dike ku YE divê hemû îhtîmalên heyî li ber çavan bigire ji bo ku bi hevgirîn xwe yên navneteweyî re di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî (NY) de kar bike…
 

STRASBOURG