Tevî hemû derfet, hêz û teknîka pêşketî jî dewleta di bin rêveberiya AKP’ê de jî li Nisêbînê li hemberî hêzên berxwedanê gavekê jî bi pêş neketiye. Li ser vê yekê piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, doh Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan fermana tevkujî û bi tevahî rûxandina Nisêbînê da. 

Erdogan ku doh li qesrê bi muxtaran re civiya, li xwe mikûr hat ku li li Nisêbînê li dijî hêzên parastinê yên sivîl bi ser neketine û Erdogan ev ferman da: ji dûr ve malan tevan birûxînin û bajar tevahî bi erdê re bikin yek. Erdogan li Kurdan feraseta “Ez Kurd im lê miletê Tirk im” ferz kir. 

Erdogan bêzarî û têkçûna hêzên dewletê bi bûyîna li ser sînor a Nisêbînê ve girê da û bi van hêncetan têkçûna hêzên xwe vegot: “Ji aliyê sînor bi rêbaz û rêyên cuda alîkarî tê şandin, lewra operasyona me giran dimeşe. Wendahiyên hêzên me yên ewlekariyê bi piranî ji ber teqandina bombeyan e. Ji bo zirar li sivîlan nebe, em bi hestiyarî tevgeriyan û bi hevqas pirsgirêk re rû bi rû man. Hêzên me  derbên giran li rêxistina terorê dixin. Ger pêwist bike, herêm tev ji dûr ve divê were bomberdûmankirin û tinekirin. Paşê ji nû ve tevahiya bajêr dikare were avakirin.” 


Divê welatîbûna wan were betalkirin

Erdogan ê ku bi çeteyên girêdayî xwe wargehên Kurdan dagir kirine pêr jî peyama ji welatiyê avêtina Kurdên ku li dij sîstema wî derdikevin da. Erdogan pesnê hêzên xwe dabû û wiha gotibû: “Heger em yek dimirin, ji wan 10, 20, 30’i em dikujin. Ji bo alîkarê tevgera terorê ji dewreyê bên derxistin betalkirina welatîbûna wan a Tirkiyeyê jî di nav de gelek tedbîr hene ku em bigirin.”

Erdogan her wiha gilî û gazinc kirin ku xabatên rakirina mafê destnedana HDP’yiyan giran dimeşe û xwest lezê bidin xebatan. 


 ENQERE