Di rojekê ku gelê Sûriyeyê çavên xwe li ser mirin û cenazeyan vekir, du daxuyaniyên balkêş jî hebûn. Yek jê îlana efûya giştî ya din jî daxuyaniya Bin Casim ya derbarê şandina hêzeke welatên Ereb bo rawestandina xwîna ku li Sûriyeyê diherike.
Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad ji bo hemû girtiyên ku ji ber bûyerên li Sûriyeyê pêk hatin efûyeke giştî îlan kir. Li gorî vê efûyê kesên ku ji dema destpêka serhildanê di 15 adara 2011’an û heta dema derketina vê destûrê hatine girtin dê tev werin serbest berdan.
Sûriyeyê daxuyandibû ku di destpêka meha çileyê de jî 552 kesên tevlî bûyeran bûne serbest berdane. Berdana girtiyan ji aliyê Yekîtiya Ereban ve jî wekî pêngava mebesta baş hatibû nirxandin  Kesên ku tên lêgerîn, reviyayî an jî kesên xwe dane alî heke heta dawiya vê mehê xwe radestî dewletê nekin ew nikarin ji vê efûyê sûdê bigirin.

Plansaziya nû ya destwerdanê
Ji aliyek, din ve sinyala yekem a destwerdanê ji alî wezîrê karê derve yê Qeterê ve hat. Qeterê jî wekî Tirkiyeyê li herêma Rojhilata Navîn a nû xwedî hin rol û misyonên cuda ye yên ku ji alî Amerîkayê ve ji wan re tên plankirin.
Wezîrê karê derve yê Qeterê Hemed Bin Casim ji bo rawestandina xwîna kul i Sûriyeyê dirije ew pêşinyar dikin ku hêzên leşkerî ên welatên Erebî bişînin Sûriyeyê.
Hemed Bin Casim di hevpeyvîneke bi qanaleke televizyona Amerîkayê re got ku ew dixwazin ji bo pêşîgirtina li vê xwîna bênavber li Sûriyeyê dirije hin hêzên Erebî bişînin Sûriyeyê. Wekî tê zanîn Qeter dewleta yekem bû di nava welatên Erebî de ku tevli hemleya NATO’yê ya li dijî Lîbyayê bû.
Ji aliyekî din ve tê gotin ku Qeterê hin çekên ku ji hêzên muxalifên Lîbyayê re şandinbûn bi paş ve vegerandine û ji leşkerên Sûriyeyê yên veqetyayî ku navê Artêşa Azad li xwe dikin re şandiye.

Rewathi wenda kirine 
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon di daxuyaniyek ligel rojnameyeke Libnanî de got: “Esad rewatiya xwe windakiriye.”
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon bang li Serokê Sûriyê Beşar Esad kir ku dawî li kuştina gelê xwe bêne û wiha got: “Esad rewatiya xwe windakiriye.”
Li Sûriyê zêdetirî 10 mehane nerazîbûnên li hemberî rêveberiya Sûriyê berdewam dikin, her roj li hemberî serkutkirinên rejîma Esad jî nerazîbûn zêdetir dibin. Piştî Brîtanya, Fransa û Almanya, Sekreterê Giştî yê NY’î Ban Ki-moon jî diyar kir ku Esad rewatiya xwe windakiriye.
Sekreterê Giştî yê NY’î ji rojnameya el-Heyat a Libnanî re axivî û got, Serokê Sûriyê Beşar Esad rewatiya xwe windakiriye. Ban wiha got: “Ev wê ji Beyrûdê ji Serokê Sûriyê Esad re peyameke girîng be. Esad rewatiya xwe winda kir. Divê êdî dest ji kuştina gelê xwe berde. Bêyî ku dem derbas bibe, divê di warê reforman de gavên wêrekî biavêje. Ji bo şerê navxwe çênebe, timî rêyek heye.”
Ban Ki-moon di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rewşa li Sûriyê, wê bandorek nerênî li aştî û aramiya Libnanê jî bike.


 ŞAM/NEW YORK