Dayikek vedibêje... Dayikeke ji Silopî, ango Cizîra Botan...

Serê wê girtî û şarpekî reş li ser e. Cilê wê temam reş, ruyê wê bi xemgîn e. Va sêzdeh sal e ku li pêy mêrê xwe ye. Ew mêr, mêreke wenda ye. Sêzdeh sal berê mêrê wê birine û heya niha tu agahiyek jê negirtiye. Ji ber wê, ew xemgîniya ku li ruyê wê jinikê ye, vayê sêzdeh sal e, li ser wê ruyê rûniştiye û bi tu awayî ranebûye, neçûye... Ew roj ev roj e ku ken ji wê jinikê re heram bûye. Ji ber ku ew sedî sed zane, mêrê wê kuştine. Bi bawer e îşkence jî kirine. Di wan deman de li Kurdistan mirineke tu welatparêzek bê îşkence nîn e, kes nedîtiye. Kes nizane; him însanek siyasetmedar be, dijî dagirkeriyê û li himberê talana Kurdistan be û him jî bê îşkence bimire... Însanên xwedî sekneke bi vî rengî û mirineke xwezayî, kes nebîhîstiye...
Ew jinik vedibêje... Pîçek bişerm e. Serê xwe û devê xwe girtiye, bi zorê diaxive. Di pişta wê de bareke hezaran sal ya kewneşopiya axa Kurdistan, bi dengeke nizm ve dipêyive.  Wekî xwe bi xwe distirê û digirî vedibêje:
"Heta niha zarokên min piçûk bûn. Fêhm nedikirin ku ka bavê wan li ku ye. Lê niha mezin bûne. Ji bo ku di cejnê de biçin cem bavên xwe, mezelê wî dipirsin. Êdî nikarim bersivekî xapandinê bidim wan."
***
Dayikeke din vedibêje... Dayikeke Qilebanî, ango Roboskî... Bi hêrs vedibêje... Di heman demê de ji xwe re bi bawer e. Bê tirs vedibêje... Li bejna wê diyar e ku ji tu kesekî natirse... Ji tirsê filitiye û xwe jê xelas kiriye... Ji dil vedibêje, rehet e... Ji ber ku bêhna wê teng bûye, eseban e, sînora şermê ku ew çanda siyaseta mêranî bar li ser wê kiriye, qelişandiye...
Wisa vedibêje:
"Ez sibehê zû rabûm, min televizyon vekir, min berê xwe dayê, ez û dayika Serhat Encu... Hindî, em 34 malbatin, em sax in, damlekî xwîna me heye, heta ku damlekî xwîna me hebe, emê dewa û dozê zarokên xwe, dewa piçûkên xwe bernadin. Heta ew însanên ku ji piçûkên me re ew tişt kirine, faîlên me, qatîlên me neyên mehkemê, em vê tiştê qebûl nakin. Çi heqê sawcî nîn e, eskerî, genel qurmayî, başbeqanî, çi heqê wan me nîn e ku ew sih û çar zarokên me, ku me perçê wan nedî, perçe perçe kirine. Ew topên mezin, ew topên çiya, ew topên pira û menfeza dane zarokên me. Perçên wan birine ezmana, hewa, perçên me kirine wek qîyme, îja me kom kirine, kirine telîsa da... Qet wijdana wan nîn e? Qet îmana wan nîn e? Qet namirin? Qet bîna mirinê nayê wan? Gelo qet serê xwe didin li ser balifê dibêjin wijdana me rehet e? Kes û kes... Emê bi tu şeklî vê tiştê qebûl nakin. Emê dewa piçûkên xwe, hînê ku xwîna van dayikên 34 şêhîdan heye, wan malbatan heye, emê pêy dewa û dozê xwe bin, pêy piçûkên xwe bin, zarokên xwe bin, em narûnin (rûnanin), bila bizanibin, piştî vê brfirê, emê herin, emê herin hidûdê, li çiya ber zarokên xwe runin, heta ku ew faîlan tînin mehkemê, heta ceza dikin... Bi Xwedê em tu narin xwarê. Ew tişte kesin kesin nabitin, nabitin... Di dinyayê da nabitin... Çi qanûn û çi dewlet û çi edeletê... Nabitin, nabitin... Çi şiklî nabitin... Em qebûl nakin..."
***
Tekoşîn, her tim pîrozwer e. Pîrozweriya herî bilind jî, gotina "na" bixwe ye. Û rizgarî, azadî û tev da însanetî, bi vê gotinê "na" dest pê dike. Ronakbirê Fransî Jean-Jacques Rousseau, wiha dibêje: "Gava ku rojek, însanek derket û mêrgek dorpêç kir, li ser erdekî kutekek kuta û ji xwe re parseyek veqetand û got: 'Ev der ya min e', ew însan yekemîn dagirker e. Kî/ê ku dijî wî/ê sekinî, ev yek qebûl nekir, ev pergal nepejirand û li himberê têkoşiya, ew jî yekemîn mirovê rizgar bixwe ye..."
Li Kurdistan jî rewş heman rewş e. Herdu jî dayika zarokan, du jin... Herdu jî êşa xwe bi şêwazekî din tînin ziman, lê herdu êş jî êşa dagirkeri û zordestiyê, êşa şer û bi destê hin însanên derînsan derhatiye. Herdu dayik jî bi şêwazekî din, dijî kesên ku li ser axa wan kutekan dikute, bi zimanên êşkişandina xwe ya taybet ber xwe didin.
Gava ku min gotina ew dayikan xend û temaşe kir, dilê min ji şûna xwe derket, filitî. Di sînga min de êşeke taybet pêyda bû. Ew dagirkerî ya ku sedan sal e li ser axa Kurdistan cilê xwe raxistiye bi çavê xwe dît û pê tujiya van êşan, ji rewşa giraniya dagirkeriyê hesiyam. Pergala dagirkeriyê û dewsa vê dagirkeriyê jî gelê Kurd her roj çi îşkence dibîne, di hişê min de bi zelalî biriqî. Gava ku min axaftina ew dayikan temaşe kir, hêza azadiyê wek çûkek firiya û hat hêlîna xwe li ser sînga min danî. Gulpgulpîna dilê min dengveda.
Tekoşîna ku li Kurdistan tên meşandin, birih û birenga xwe, êşên însanên ku dibêjin "na" belav dike, li civakê par dike, lê tirsê dagirkeran roj bi roj dibiriqîne, dertîne, mezin, giran û bilind dike.