Bi sedan ciwanên herêma Raco ya ser bi Kantona Efrînê ya li herêma Efrînê, di nava wan de gelek kesên ji Ewrûpa hatî jî, berê xwe dan dewreya 11´an a Erka Xweparastinê.
Endamên ku nû çûn navendên Erka Xweparastinê, li ser 3 navendên perwerdê wê bên levakirin, dewre wê 45 rojan dewam bike û dersên bîrdozî û perwerdeyên teorî û dersên eskerî wê bêne dayîn.
Tişta balkêş di vê dewreyê de ew e ku hejmareke mezin ji ciwanan ji Tirkiye û dewletên Ewrûpa vegeriyane û beşdarî Erka Xweparastinê bûyî hene. Ciwanan girîngiya beşdariya erkê îfade kir û got, divê her kes vegere warê xwe û erka xweparastinê pêk bîne.
Fewaz Hafiz ji gundê Xazî ya navçeya Meydano ya herêma Raco ye û ji Danîmarka vegeriyaye; li ser vê rojê bi kêfxweşî got, dema ku ew vegeriyaye, pel û nasnameyên eskerî teslîm kirine û navê xwe li nav kesên Erka Xweparastinê qeyd kiriye.
Hafiz destnîşan kir ku erka parastinê dikeve ser milê hemû ciwanên herêmê û bang li hemû Ciwanên ku ji welatê xwe derketine, vegerin û bi erka xwe rabin.
Ciwanê bi navê Celal Osman ê ji gundê Mîska got, tevî hemleyên ragihandinê ku aliyên çeteyan pêk dianîn, lê ew piştî 4 salan ji Tirkiyê vegeriyaye ji bo erkaxwe pêk bîne.
Ciwanê bi navê Welat Mistefa yê piştî salek û neh mehan li Tirkiyê bû, vegeriya jî bi erka xwe ya xweparastinê rabû.
EFRÎN