Di çarçoveya çalakiyên bi dirûşma „Em ê rê nedin faşîzma AKP û DAIŞ’ê; ji şer re na“ yên li dijî şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd hatin destpêkirin de, li paytexta Elmanya Berlînê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtînga ji aliyê NAV-DEM’ê ve hat organîzekirin, li Werderîscher Markt’ê li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanya pêk hat. Girseya gel a li ber Wezaretê civiya, pankarta bi nivîsa ‘Bila dawî li bombekirina Qendîl û gelê sivîl were anîn’ vekir û bi êrîş şermezar kir. HDP, DÎDF, ATÎF, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, KNK, PYD, Civata Êzidiyan a li Berlînê jî destek dan mîtîngê.

Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç li mîtîngê peyivî û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk, xizmetê ji çeteyên DAIŞ‘ê dikin. Koç got, „Ev sê hefte ne yekane hêza li hemberî DAIŞ‘ê li ber xwe dide Kurd tên bombekirin. Kurd, Elewî û hemû nasname û bawerî bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne. Çima dewleta Elman û Yekîtiya Ewropa bêdeng in.“


Hevdîtina bi wezaretê re 

Heyeta ABDEM’ê ya ji Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr, Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Sevîm Dagdelen û Nûnera Civata Êzidiyan li Berlînê Hunsiye Gunay, bi Alîkarê Musteşarê Wezareta Karên Derve Anreas Krops û Berpirsyarê Maseya Tirkiyeyê Dr. Ernst Resekel re hevdîtinek pêk anî û dosya pêşkêş kir. Beriya mîtîngê heyeta ABDEM’ê her wiha li ser mijarê dosya pêşkêşî hemû partiyên li Parlamenta Ewropayê, Serokwezîr Angela Merkel û Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Berlînê kir.


‘Beşdarî çalakiya Kolnê bibin’

Îro li bajarê Elmanya Kolnê bi dirûşmeya ‘Em rê nadin AKP û faşîzma DAIŞ’ê’, ‘ji şer re na’ meş û mîtîngeke girseyî were lidarxistin. Meş û mîtînga ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê û Yekîtiya Hêzê ve tê organîzekirin.  Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç j  bang li her kesî kir ku ji bo pêşî li faşîzma AKP û DAIŞ‘ê bigirin, dakevin qadan. Koç ragihand ku 40 sazî destekê didin meşa roja 8’ê Tebaxê û destnîşan kir ku her kesên dijberê şer divê beşdarî meşa li Kolnê bibin.

Koç got, „Meşa di 8’ê Tebaxê de were kirin, ne tenê Kurd, wê Çerkez,  Laz, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Tirk û Elman jî piştgiriyê bidin û beşdar bibin“ û diyar kir ku çapemeniya Elman eleqeyeke mezin nîşan dide.

Meşa ku wê roja Şemiyê saet di 12:00 de li Ebertplatzê destpê bike, wê li Heumarktê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û nûnerên YNK û Goran wê beşdar bibin.


Tecrîd li Hîldesheîmê hat protestokirin

Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Elmanya Hîldesheîmê hat protestokirin. Li bajarê Hîldesheîmê bi armanca rakirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan, çalakiya du rojan a kon hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de standa agahdarkirinê hat danîn û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.


Li Bordeaûxê xwepêşandan

Li bajarê Fransa Bordeaûxê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber avahiya Şaredariyê ji bo sê rojan konê agahdarkirinê veda. Kurdistaniyên li Bordeaûxê dijîn, komkujiyên Pirsûs û Zergelê yên di demên dawî de qewimîn û şerê li hemberî gelê Kurd hatiye destpêkirin, şermezar kirin. Kurdistaniyan bi vê armancê li ber avahiya Şaredariya bajêr bi dirûşmeya „Dewleta Tirk Kurdên sivîl qetil dike, hûn dengê me dibihîzin?“ konê agahdarkirinê vekirin. Kon wê sê rojan vekirî be.Li binê kon, der barê komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ‘ê yên li hemberî gelê Kurd de agahî tên dayîn. Karîkaturên li ser hevkariya Serokkomarê Tirk Erdogan û DAIŞ‘ê yên li dora kon hatine daliqandin jî, rastî eleqeyeke rêze ya Fransiyan tên.“


Li Amsterdamê çalakiya 3 rojan

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, ji bo şermezarkirina êrîşên balafirên şer ên Tirk li hemberî qadên gerîla, komkujiya Zergelê û komkujiya Pirsûsê, ji bo sê rojan rêze çalakî tên lidarxistin. Çalakiya pêr li Beurspleinê destpê kir îro bi dawî dibe. Di çalakiyê de belavok tên belavkirin û bi tîşortên bi nivîsa zimanê Hollandî bal tê kişandin ser polîtîkayên şer ên dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd. Di çalakiyê de banga bi dawîkirina vê polîtîkayê tê kirin.


Kurd û dostên wan wê bimeşin

Li bajarê Bolzano ya herêma Alto Adîge ya Îtalyayê, wê îro li Pîzza Del Grano bi meşekê AKP were şermezarkirin. Meş wê bi pêşengiya sosyalîst, demokrat û Kurdan bê lidarxistin.  rin.

Tevî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Yekîtiya Asûriyan li Ewropayê, Komeleya Ermeniyan a Demokrat li Belçîkayê, komên çep ên Tirkiyeyî, tevgerên jinan, komên piştgiriya bi gelê Kurd re, tevgerên aştiyê, hiqûqnas, HDP, YNK, Goran, Komelî Îslamî, PYD û PJAK’ê, gelek partî, rêxistin û komeleyan di nava organîzasyonê de cih girtin û banga beşdariya çalakiyê kirin. Çalakî wê îro saet di 12:00 de li Gare Centrale pêk were.  


 NAVENA NÛÇEYAN