
ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Mirova ya Tirkiyeyê ya sala 2011’an aşkera kir. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, endamên PKK’ê yên li Geliyê Tiyarê hatine qetilkirin û Qetliyama Roboskiyê wekî xalên sereke di rapora ÎHD’ê de cih girt. Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2011’an de 12 hezar û 685 kes hatine binçavkirin, ji van 2 hezar û 922 kes hatine girtin, 43 leşkeran bi avayekî guman jiyana xwe ji dest dane û 117 jin hatine qetilkirin.
Navenda Giştî ya ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafê mirovan ya Tirkiyeyê a sala 2011’an li Salona Mulkiyelîler Bîrlîgî bi civînek çapemeniyê re aşkera kir. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Alîkara Serokê Giştî yê ÎHD’ê Sevîm Salîhoglu beşdarî civînê bûn.
‘Mirinên di bin çavan de bi guman in’
Turkdogan diyar kir ku mirinên di girtîgehan de êşek gelek mezin dide wanû da zanîn ku mirinên di binçav de jî bi gumane. Turkdogan xwest ku ev mirin bên lêkolînkirin û rayeya polîsan jî bê kêmkirin. Turkdogan, di berdewamê de her wiha daxwaz kir ku pergala cerdewaniyê bê rakirin.
‘Bila muzakere cardin dest pê bikin’
Turkdogan ku balkişand ser pevçûnan diyar kir ku di nava salê de gelek kesan ji ber pevçunên bi çek de jiyana xwe ji dest dane û got ku lazime ji bo rê li ber mirinan bê girtin di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de muzakere cardin dest pê bikin.
‘Hikûmet di warê îşkenceyê de têk çû’
Turkdogan, destnîşan kir ku hikûmet di warê îşkenceyê de têkçûye û bi lêv kir ku ger li welatekî îşkence hebe tu kes nikare qala demokrasiyê bike. Turkdogan bertek nîşanê gotinên Wezîrê Karê Hundir Îdrîs Nayîm yên der barê gaza îsotê de ku gotibû “Gaza îsotê bê zirar e” da û wiha got: “Qey tiştek wisa dibe? Ger bê zirar be bila Wezîr tehma wê mêze bike. Divê wezîr ji gel lêborîn bixwaze.”
‘Herî zêde Kurd û BDP’î tên girtin’
Turkdogan, der birî ku li Tirkiyeyê binpêkirinên mafê mirovan her diçe zêde dibe û wiha domand: “Divê Zagona Terorê bê rakirin. Mudaxaleya polîsan her diçe zêde dibe. Her diçe hikûmet û daraz dibin wekhev. Herî zêde Kurd û BDP’î tên girtin. Dewlet êdî bûye wekî dewleta polîsan”
‘Zihniyeta 12’ê Îlonê serdest e’
Turkdogan got ku li gel ku van rojan darbeya 12’ê Îlonê tê darazindin jî hêj zihniyeta 12’ê Îlonê serdetse. Turkdogan balkişand ser endamên HPG’ê yên li Geliyê Tiyarê hatibûn qetilkirin û wiha got: “Di vî warî de lazime rêgezên hiqûqa navneteweyî bên pêkanîn. Lazime derdorên navnetewî vê yekê lêkolîn bike.”
‘Li Roboskiyê înfaza bê daraz hat kirin’
Turkdogan, diyar kir ku li Roboskiyê înfaza bê daraz hatiye kirin û wiha axivî: “Pirs gelek hêsan e. Gelo kî fermana vê operasyona dersînor bê lidarxistin. Bila xwediyê ve fermanê bê aşkerakirin.
’57 kes ji aliyê polîsan ve hatin kuştin’
Di raporê de hat destnîşankirin ku 130 kes bi hinceta “guh nedan hişyariya polîsan (raweste)” ji aliyê polîsan ve hatine birîndarkirin û ji van 57 kes ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Disa li gor raporê 3 kes ji aliyê cerdewanan ve hatine kuştin û di encama êrîşa cerdewanan de jî 48 kes birîndar bûne. Di raporê de ev dane hatin dayîn: “Di encama kuştina kiryar ne diyar de 87 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî li ser sînoran hatin kuştin. 36 kesan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî di bin çav de hatin kuştin.
Mirênên leşkeran ên bi guman 43
Di raporê de hate diyarkirin ku 43 leşkerên û polîsên ji ber întîxar kirin jiyana xwe ji dest da û 3 leşker jî birîndar bûn. Di raporê de hate bilêvkirin ku di encama êrîşan de 71 rojnameger, siyasetmedar, mamoste û hîndekar jî birîndarbûn.
184 gerîlayan jiyana xwe ji dest da
Di raporê de hate destnîşankirin ku di encama pevçûnan de 154 leşker, polîs û cerdevanan jiyana xwe ji dest da û 285 jî birîndar bûn. Di raporê de hate diyarkirin ku di pevçûnan de 184 “gerîlayan” jî jiyana xwe ji dest da û 19 jî birîndar bûn. Di raporê de hejmara welatiyên ji ber mayîn û bombeyên jiyana xwe ji dest dan jî 13 kesan û hejmara kesên birîndar bûn jî 63 kes nîşan dan. Di raporê de hejmara kesên “bi guman” jiyana xwe ji dest dan jî 55 kes cih girtin.
117 jin bûn qurbanê dijwariyê
Di raporê dê hate bilêvkirin ku 56 jinan întîxar kirin û 117 jinan jî ji ber şîdeta nava malê jiyana xwe ji dest da û 2 jinan jî ji ber tecazî, tecawizê jiyana xwe ji dest da. Di raporê de hate destnîşankirin ku 322 jin jî ji ber binpêkirina mafên jina birîndar bûn.
Di raporê de hate diyarkirin ku di binçavan de 310 kesan îşkence dîtin û wiha hate gotin: “Di binçavan de 517 kesan îşkence û muameleya xerab dîtin. 15 kes ji aliyê cerdevanan ve rastî îşkenceyê hatin. Bi giştî 3 hezar û 252 kes rastî muuaelaya xerab hatin. 12 hezar û 685 kes hatin binçavkirin û 2 hezar û 922 kes hatin girtin. 4 hezar û 400 penaber û koçber hatin binçavkirin. 14 penaber û koçberan jî jiyana xwe ji dest dan. 26 bername hatin qedexekirin, 7 rojname 11 caran, 9 kovar 16 caran hatin komkirin. 9 afîş, 2 pankart, 3 pirtûk û der heqê pirtûkekê de jî lêkolîn hate destpêkirin. RTUK li ser televîzyonan zextan pêk tênîne. 16 kovar rastî serdagirinê hatin û 6 hezar û 504 sîte jî hatin qedexekirin.”
Azadiya rêxistinbûnê di talukê de ye!
Di raporê de hate diyarkirin ku di nava sala 2011’an de 113 dozên 300 kesa lê tên darizandin bi encambûn, 37 kes beraat bûn, 262 kesan jî 921 sal ceza girtin û 205 hezar û 948 TL. cezayê pere girtin. Di raporê de wiha hate bilêvkirin: “Polîsan 312 çalakî û mitîngan mudaxele kirin. Di der heqê 795 kesan de 43 lêpirsîn hatin vekirin. Der heqê hezar û 31 kesan de 139 doza hatin vekirin. 87 doz bi encam bûn û der heqê 491 kesan de hezar û 561 sal cezayê girtîgehê hate dayîn û 32 kes jî beraat bûn. 173 partiyên siyasî û komele rastî serdagirtinê hatin. 6 komele û sendîka hatin girtin û di nav van de Malên Piştgiriyê yên Perwerdehiyê yên Orhan Dogan jî hene.”
Tecîrda Ocalan di raporê de ye
Di raporê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha hate destnîşankirin: “Li gorî daneyên sala 2011’yan 157 rojin hevdîtin pêk nayê. Di 20’ê nîsana 2011’an de Îbrahîm Oruç bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Kazim Şeker jî ji ber bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest da. Komekê ji bo şermezarkirina êrîşên nîjadperest ên li dijî Kurdan pêktên şermezar kirin û rastî mudaxeleya polîsan hatin û Dogan Teyboga yê 13 salî jiyana xwe ji dest da. Her wiha gelek zarokan ji ber guleyên polîsan gelek zarokan jiyana xwe ji dest da.”
Qetilkirina Mensur Guzel
Di raporê de hate diyarkirin ku di 11’ê mijdara 2011’an de komandoyên SAT li Kocaeliyê Mensur Guzel ê ku ferîbot revand qetilkir û wiha hate gotin: “Di 28’ê kanuna 2011’an de 34 welatiyên ji gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê li ser sînor bazirganî dikirin ji aliyê balafirên şer yên TSK’ê ve hatin qetilkirin. Li ser sînorê Îranê gelek welatî hatin qetilkirin. Di 21’ê tebaxa 2011'an de di êrîşa hewayî ya TSK'ê de li Qendîlê di wesayîteke sivîl de yek jê jin, 4 zarok 7 kesan jiyan jiyana xwe ji dest dan.”
Firat Îzgîn di raporê de cih girt
Di raporê de hate destnîşankirin ku xwendekarê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Murat Elîbolu piştî mitînga BDP’ê ya “Ez li virim” a di 3 kanuna 2011'an de bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da û wiha hate bilêvkirin: “Di 12’yê mijdara 2011’an de Firat Îzgîn bi armanca şermezarkirina tecîrda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bike bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. Di 31’ê gulana 2011’an de Metîn Lokumcu yê kul i Hopayê Serokwezîr Erdogan protesto kir ji ber bombeyên gazê yên polîsan jiyana xwe ji dest da.”
ENQERE