Ji Fermanê filitî li Elmanyayê hat kuştin
FADIL DONMA/CELLE
Arkan Hussein Khalaf tevî malabat xwe ji Fermana 74’an a bi destê DAIŞ’ê reviya û li Elmanyayê, bû penaber. Ev kurikê 15 salî doh bi şev li bajarê Elmanyayê Cellê hat kêrkirin û qetilkirin.
Malbata Khalaf piştî ku ji fermanê sax filitî, bû penaber. 3 keç û sê kurên malbatê hene. Malbat di ser Yewnanistanê re xwe gihand Elmanyayê û li bajarê ku civakeke wê ya mezin a Êzîdî heye, Cellê bi cih bû.
Doh bi şev kurê malbata Khalaf (Xelef) yê 15 salî Arkan hat kêrkirin û di encama birînên xwe de jî wefat kir. Êriş saet 21:45’ê qewimî. Herçî êrişkarê 29 salî ye, hat girtin.
Ji xwe re bi bisiklêtê digeriya
Li gorî agahiyên malbata Xelef dayî, kurê wan ji malê dernediket ji ber şewba vîrusa koronayê, wê şevê ji bo kêliyekê bêhna xwe bistîne, derketibû derve bi bisiklêtê digeriya. Nêzî gara trênê, gava ku ew li lemba sor sekinî bû, zilamekî ew kêr kir. Arkan rakirin nexweşxaneyê, lê wî wefat kir.
Kesên li derdorê êrişkar girtin û teslîmî polîs kir. Polîs da zanîn ku êrişkar 29 salî ye û ew bi sedema êrişê hîna nizanin. Lê di daxuyaniya polîs de peyva “êrişkar şaşwaz xuya bû” balê dikişîne ser xwe. Mirov bivênevê ji xwe dipirse, gelo polîsê Elman dixwaze êrişeke din a nijadperest veşêre. Êrişkar diviya îro derkeve pêşberî dadger, lê hîna em pê nizanin ka ew derket pêşberî dadger yan na.
‘Piçûkê me kuştin’
Xanga Arkanî Halime Hussein Khalaf ji me re got, “Piçûkê me Arkan, hîna diçû dibistana Oberschule Westercelle, wî zerar nedaye ti kesî, ti xirabiya wî, elimandineke wî ya xirab nebû, bawermendekî Êzdayetiyê bû. Birakê min her car gava diçû derekê bi destûr diçû. Li nîvê rê, çima birakê min qetil kirin. Ti zirara me li kesî nabe, rabûn, her tişta me ji me stendin.
Me li deryayan xist û em hatin vir. Em dinava xwînê de xeniqîn. Hefteyek ji cejna me Êzîdiyan re mabû, û ew jî li me herimandin.”
Em doza heq dikin
Halime xwest rayedarên Elman vê dozê ronî bikin: “Em doza heq, hiqûq û edaletê dikin. Em dixwazin ev doz bê rohnîkirin. Kujerê vî zarokî nabe ku bê ceza bimîne.”
Cenazeyê Arkan wê li goristana Êzîdiyan a Hanoverê bê veşartin. Ji ber şewba vîrusa koronayê malbat ne li Elmanya û ne jî li Kurdistanê wê niha taziyeyan qebûl neke.