Kolektîfa Filman Avakino li Hamburgê 4 belgefilmên 4 derhênerên Kurd li Hamburgê nîşan dide. Dahata ji nîşandana filman wê ji Heyva Sor re biçe. Heqê bilêtan? Ew nîne, çi ji dilê we hat bidin û li filmên Qelereşk, Konsepta min a bi gêlê, Evan: Çîroka saxfilitiyekî û Nû Jîn temaşe bikin.

Kolektîfa sînemakarên Kurdî li Hamburgê, Avakino sibe wê 4 belgefilmên Kurdî nîşan bide. Di van çar filman de tekoşîna Kurdan bi perspektîfên cûda tê nîşandan. Film wekî din behsa huner, femînîzm û antîfaşîzmê jî dikin. Herçî dahat û pereyên ji nîşandana filman bi dest bikevin, ew ji Heyva Sor a Kurdistanê re diçin. Dilê we heye hûn biçin û hûn dixwazin bilêtan bikirin? Organîzator wiha dibêjin, “Em bilêtan nafiroşin, çi ji dilê we hat hûnê wê bidin; perê we tinebin jî canê we sax be”.

Canê we sax be lê bila pereyê we ji bo heyva Sor a Kurdistanê hebin; bi van pereyan hûn ê derfetên alîkariyê li Rojavayê Kurdistanê baştir bikin.

Ji çar parçeyên Kurdistanê çar belgefilm

Kolektîfa Filman Avakino û Copenhagen Underground di vê projeyê de hevkarên hev in. Derhênerên her çar belgefilmên tên nîşan dan, her yekî ji parçeyekî Kurdistanê ye.

Filma Qelereşk (Qijik) a derhêner Şukrî Mahmûd 21 deqîqeyan dirêj e. Ev film li ser şêwekarekî Êzîdî ye. Ew sala 2014´an ji ber destê DAIŞʼê direve, lê bi awayekî rojane gef li wî û jiyana wî tên xwarin. Lê ew li ser ya xwe dimîne, dev ji hunerê xwe bernade û bi bi hunerê xwe tekoşîna Kurdan û çanda herêma xwe resm dike.

Belgefilma dinê, êdî super-kurtefilmeke 3 deqîqeyî ya bi derhêneriya Zanyar Muhammadineko ye. Navê vê filmê My Clayey Conception (Konsepta Min a ji bi gêl) Ev vîdeoyeke kurt e, behsa xaziyekî şer ê Kurd dike. Ev xaziyê şerî xwe bi çêkirina fîgurên ji gêlê/kîlê bilî dike, hem sebra xwe bi wan tîne û hem jî aş dibe.

Belgefilma sisiyan “Evan: A Survivor’s Story (Evan: Çîroka saxfiltiyekî ye). Ev filma dehêner Rafiqfuad Yarahmadi qederê 19 deqîqeyan dirêj e. Mijara belgefilmê rojnamevanek e. Ev rojnamevan, dema pêşmergeyên li dijî DAIŞʼê şer dikin dişopîne,  dikeve destê DAIŞʼê. Dûre xwe xilas dike. Belgefilm behsa dijwariyên miracaeta pênaberiyê, pirsgirêkên malbatên ku bi sînoran ji hev hatine veqetandin, û pratîkên neheq yên koçberiyê dike.

Belgefilma dawî jî Nû Jîn e. Ev belgefilma derhêner Veysî Altay 48 deqîqeyan dirêj e. Nû Jîn behsa şerê YPJʼyiyan li Kobanê dike. Ew çîroka jiyana şervanên YPJʼê ya rojane dibêje.

Cih û dem

Film wê 8´ê Sibatê (sibe) saet 20.00ʼan bên nîşandan. Cihê ku film lê tên nîşandan jî Amargi Kultur Treffpunkt e li navnîşana Valentinskamp 34a, 20355 Hamburg.

 

 HAMBURG