Cejna herî mezîn a Kurdên Êzîdî
Di peyamê de hate destnîşan kirin ku ev cejn ji aliyê Êzîdiyan ve weke Cejna Çarşema Sor tê pîroz kirin û her wiha bi navên mîna, “Cejna Sersalê“, “Cejna Tawisî Melek“, “Bûka Salê“ û “Roja Afirandina Cîhanê“ jî tê naskirin. Her wiha di peyama FKÊ dê wate û pîrozweriya vê cejnê ya ji bo Kurdên Êzîdî jî hate rawe kirin: " Ev cejn, cejna civaka Êzîdî ya herî mezin û watedar e ku ji dîroka qedîm ve wek sersala Kurdî tê pîrozkirin. Bi rasthatina vê rojê weke Federasyon Komeleyên Êzîdiyan em vê cejnê li tevahiya Êzîdiyan, li gelê Kurd û dostên xwe pîroz dikin. Em hêvîdarin ev cejn tifaq û tevahiya me xurt bike û ji me re aştî û azadiyê bîne.
Cejna Çarşema Sor, bi navê din “Çarşema serê Nîsanê“ li gorî bîr û baweriyên civaka me, roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Sor roja destpêka aştî û aramiyê ye. Xweza reng diguhere di wê rojê de."
KCD'ê Çarşema Sor pîroz kir
Komîsyona Kêmhatî û Baweriya ya KCD'ê cejna Çarşema Sor a Kurdên êzîdî pîroz kir û hêviya cejn ji hemû gelên Rojhilata Navîn re wekhevî û aştiyê pêk bîne xwest.
Komîsyona Kêmhatî û Baweriya ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî cejna Çarşema Sor a êzîdiyên Kurd daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, rojên pîroz di dîroka mirovahiyê de her tim cihên girîng digire û weke rojên keyfxweşî û rojên şand tên dîtin û wiha hate gotin: "Em di wê baweriyê de ne ku, gelê me yê Êzidî dê di tekoşîna xwe ya xweser de rolekî aktîf bileyîzin. Di vê sala nû ya çanda kevneşop a êzidîtiyê de cejna Çarşema Sor ku tê wateya serê sala nû hem jî destpêka vejîna xwazayê, li herêma me rastî pêvajoyekî yê bi hêvî hat. Di pêvajoyekî wisa de girîngiya van rojan hîn zêdetir dibe. Em cejna Çarşema Sor ya gelê Êzidî ku cejna hatina biharê û serê salê ye heman demê de rastî pêvajoya çareseriyê hat pîroz dikin û hêvî dikin ku, dê ji bo gelê Rojhilata Navîn wekhevî, biratî û aştiyê bîne."
AMED