Em weki rêveberiya saziya civaka êzdiya bi sebreke mezin vê pêvajoyê dişopinin. Lê mixabin her ku diçe ev kampanya reşkirinê û êrişkar tu sinorê exlakê siyasi û civaki nasnake û bi hemû şêwazê şerê psikolojik berdewamdike.
Federasyona Komelên Êzdiya, der barê êrîşên li dijî komeleya xwe daxuyanî da. Komeleyê di daxuyaniyê de wiha got: "Beri her tişti em weke Federasyona Komelên Êzdiya vi şerê psikolojik ne tesadufi di bibinin.Ev kampanya di eyni demê de perçek ji şerê psikolojik ku ji aliyê hikumeta AKP ve li diji Tevgêra azadiyê tê berdewam kirin di binin. Lewra ew kesê tevli vê kampanya bê oxir dibin, niyeta wan çiye? û giradana wan bi ku derê re heye hewqas ne giringe."
Komeleyê polîtîkayên hikûmeta Hikumeta AKP jî rexne kir û wiha got: "Ev derdor ji bi heman şêwazê şerê psikolojik, di kesayetiya rêveberiya saziya me de êrişi nirxên civaka êzdiya dikin. Pêwiste ev rasti ji aliyê gelê me û dostê civaka êzdiya ve baş bê fêmkirin û ditin.Armancê van derdora çiye? Di seride dixwazin bi fitne û fesadiyê ortamê şêlu bikin û serê civakê tevlihev bikin. Lewra ji hemû hessasiyetê civaka êzdiya berovaji dikin û xirab bi kar tinin. Daku di nezera civakê de itibara saziya me lewaz bikin."
Komeleyê bang li hemû Êzîdiyan kir û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Di 22'ê Tîrmehê de li navnişana Hotel de poort, Jahnstr. 6. 47574 Goch saet 13.00 de civina gel pêk tê. Em hêvidarin hemû civaka êzdiya ya herêma Emmerich û bi taybeti endamê Mala Êzdiya Emmerich bi malbati tevli civinê bibin."

FRANKFURT